'Di sala 2021'ê de êrişên dewleta tirk ên li ser Wargeha Vegerê dewam kirin'

  • 09:01 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA  - Jinên Efrînî yên ku li navçeya Şêrewaya Efrînê, her dem bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin derbarê êrîşên li ser Wargeha Vegerê de ev tişt anîn ziman: "Ji dema ku em koçber bûne, heta niha êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikin. Di sala 2021'ê de jî êrişên dewleta tirk ên li ser Wargeha Vegerê dewam kirin. Dewleta tirk a dagirker Wargeha Vegerê hedef digire. Cîhan tevahî rewşa Efrîniyan dibîne, lê her kes bê deng e. Xewnên dijmin pêk nayên, em cih û warê xwe ji dagirkeran re nahêlin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê dema di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn kir binê kontrola xwe ji ber binpêkirina maf û talana hat kirin şêniyên Efrînê berê xwe dan Kantona Şehbayê, lê dîsa ji êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê xilas nebûn. Her roj dewleta tirk navçeya Şêrewa ya Efrînê û Kantona Şehbayê bi topên xwe hedef digire. Dewleta tirk wargeh jî topbaran kir û zagonên mirovahiyê derbas kir. Gelek sivîl bûn qurbana êrîşan lê dîsa jî topbaranên li ser navçeya Şêrewa û Şehbayê dewam dikin û ranawestin. 
 
Li gor Malpera "Efrîn News" di sala 2021'ê de bi hezaran êrîş li ser navçeya Şêrewa û Kantona Şehbayê hatine kirin. Her wiha 140 caran balafirên leşkerî li ser asîmanên herêma Şehbayê geriyaye. Dewleta tirk 3 caran êrîşî navendên Rejîma Sûriyeyê kiriye. Di dîroka 23'yê Çileya 2021'ê de di encama topbaranên dewleta tirk a li ser bajaroka Til Rifat a Şehbayê de komkujiyek pêk hat. Di komkujiyê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dan, di nav de jinek û du zarok hebûn. Her wiha di 4'ê Hizêrana 2021'ê de li navçeya Şêrewaya Efrînê di encama êrîşên dagirkeran de zarokek jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn. Derbarê vê mijarê de jinên ku li navçeya Şêrewaya Efrînê di nav êrîşan de dimînin, ji ajansa me re axivîn û nirxandin kirin. 
 
'Dagirkeran bi 72 balafiran êrîşî me kir'
 
Zêneb Mihemed a 53 salî, ji gundê Erendê ya navçeya Şiyê ya Efrînê ye derbarê êrîşên dewleta tirk de axivî û wiha anî ziman: "Me li cih û warê xwe jiyana xwe bi ewle berdewam dikir. Dewleta tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe, bi 72 balafiran êrîşî me kir û Efrîn topbaran kir. Gel ji ber hovîtiyê neçar ma berê xwe bide Kantona Şehbayê. Lê ji roja ku em hatine li Wargeha Vegerê bi cih bûne, dîsa dewleta tirk a dagirker ji me nagere. Ji dema ku em koçber bûne û heta vê kêliyê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser me berdewam dikin. Ma dewleta tirk a dagirker çi ji me dixwaze? Îro em li vê derê di nava rewşên herî zehmet de dijîn. Kantona Şehbayê ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye. Ji aliyekî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve, em hatine dorpêçkirin. Ji aliyên din de jî Rêjîma Suriyeyê em dorpêç kiriye."
 
'Nabe wargeh bên topbarankirin'
 
Zênebê di axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina koçberan a di kampan de û wiha vegot: "Di qanûnan de hatiye gotin ku 'nabe wargeh bên topbarankirin'. Lê belê li pêşiya çavên dinyayê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Wargeha Vegerê hedef digire. Ma cîhan vê yekê nabîne? Rewşa şêniyên Efrînê li vê derê gelek xerab e, bi taybet malbatên ku di kampan de dijîn di nava rewşeke dijwar de ne. Ji ber ku jiyana wargehan gelek zehmet e. Di demsala zivistanê de pir sar e, ji bo vê em û zarokên xwe nexweş dikevin. Derman li Şehbayê pir nayê peydakirin, tenê yê ku di destên nexweşxaneya Avrînê de hene di xizmeta gel de ye."
 
'Sekna me ya li Şehbayê tenê ji bo vegera Efrînê ye'
 
Zênebê di dawî de daxwaz kir ku di demek nêz de vegere warê zeytûnê û wiha got: "Daxwaza min ew e ku dewleta tirk a dagirker ji cih û warê me derkeve. Em vegerin ser axa xwe û Rejîma Sûriyeyê vê dorpêçê ya li ser me rake. Jiyan gelek zehmet e. Cîhan tevahî rewşa şêniyên Efrînê dibîne, lê her kes bê deng e. Sekna me li Şehbayê tenê ji bo vegera Efrînê ye. Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne em ê li vê derê li berxwe bidin."
 
'Dijmin çi bike jî em dev ji axa xwe bernadin'
 
Dayika temen mezin a ji Soxinekê ya navçeya Şêrewaya Efrînê derbarê êrîşên dagirkeran a li ser gundê wan de axivî û wiha bi lêv kir: "Em li gundê xwe ne. Dewleta tirk a dagirker her roj êrîşî gundewarên me dike. Dijmin çi bike jî em dev ji axa xwe bernadin. Tu sûcê me tune ye. Em li ser axa xwe ne, dewleta tirk a dagirker hatiye erdê me dagir bike. Çi sûcê zarokan heye ku di rewşên şer de mezin bibin. Dewleta tirk a dagirker mal û milkên me talan dike. Darên me yên ku bi salan me ked tê de daye qut dikin. Ma çi ji me dixwazin?"
 
'Çima Rêxistinên Mafê Mirovan heta niha bê deng in?'
 
Dayikê bal kişand ser bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan û wiha bi dawî kir: "Li hember hemû êrîşên dagirkeran dewletên navneteweyî bê deng in. Çima Rêxistinên Mafê Mirovan heta niha bê deng in. Dewleta tirk a dagirker hemû qanûnên miovahiyê derbas kiriye. Xewnên dijmin pêk nayên, em tu carî cih û warê xwe ji dagirkeran re nahêlin. Heta rizgarkirina Efrînê em ê her tim li berxwe bidin û têbikoşin."