Li Wanê nobet 17 roj in didome: Dawî li tecrîdê bînin

  • 16:44 25 Kanûn 2021
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 17'emîn de berdewam dike. Di çalakiya îro de ev peyam rakirina tecrîdê hat dayîn.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê betalkirin ve li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 17'emîn de berdewam dike. Îro rêveberên Komeleyên Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) a Wanê serdana çalakiyê kirin. 
 
Rêvebera berê ya TUHAY-DER'ê Soylemez Keskin bal kişand ser têkoşîna girtiyan a li dijî tecrîdê û gotin: "Her wiha divê derbarê girtiyên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest dayî rayedar agahiyeke zelal bidin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya nobetê bidin."
 
Rêvebera TUHAY-DER'ê Edibe Babur, jî bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Em bang li Wezareta Dadê dikin. Li hindûr girtî û em jî li dervê di nav tecrîdê de nin. Em daxwaz dikin ku tecrîd bê rakirin û diyalog bê destpêkirin."