Nobeta Edaletê ya Amedê 40 roj in didome

  • 14:47 25 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş ji bo piştevaniya nobeta Edaletê serdana malbatên girtiyan kir û got: "Li dijî binpêkirinên mafan pêwîste bi hev re em bibin dengê girtiyan." 
 
"Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi armanca girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê di roja 40'an de berdewam dike. Ji bo piştgiriyê serdan ji her ku diçin zêde dibin. Îro jî parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş û malbatên girtiyên siyasî serdana nobetê kirin.
 
'Divê em hestiyar nez bibin'
 
Ji xizmê girtiyan Meryem Turan a ku serdana nobetê kir axivî û got: "Ez di serî de tecrîd û binpêkirin mafan yên li girtîgehan şermezar dikim. Ez ji weke nasê girtiyan îro ji bo piştgirî dayînê li vir im. Divê hemû kurd ji di vê mijarê de hestiyar nêz bibin. Ji bo bêhtir mafên girtiyan neyên binpêkirin û ji bo cenaze dernekevin divê em ji wan re bibin deng."
 
'Pêwîste em bibin deng'
 
Parlamenter Meral jî diyar kir ku êdî girtîgeh bûne navenda îşkenceyê û wiha axivî: "Li dijî îşkenceyê pêwîste hemû kesên ji hiqûqê û dadê bawer dikin xwedî li girtîgehan derkevin. Ji ber vê jî nobeta edaletê ya hatiye destpêkirin gelek binirxe. Tu qenalên ku girtîgehan vegotin dikin tune ne. Divê îro em bibim dengê wan û rewşa wan bînim ziman."
 
Încî Guler û Reşahat Ada jî xêrhatina mêvanan kirin û peyama xwe ya mezinkirina çalakiyê nû kirin.