Ji Dayikên Şemiyê bang: Berpirsiyariya xwe bi cih bînin

  • 13:46 25 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 874'emîn a çalakiya xwe de, li equbeta xwendekarê zanîngehê Îsmaîl Bahçecî yê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û ev bang li kesên ji darazê berpirs hat kirin, "Wekî rastiyeke hiqûqa navneteweyî û ya hundir, berpirsiyariya xwe ya ji bo diyarkirina cihê bahçecî lê hat windakirin û hemû berpirsên sûcê li hemberî mirovahiyê kirine bi cih bînin."
 
Dayikên Şemiyê ji ber şert û mercên pandemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya heftane ya li Qada Galatasarayê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" bi rêya onlînê li dar xistin. Di çalakiya hefteya 874'an de aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Marmarayê yê li beşa Çapemeniyê Îsmaîl Bahçecî ku di 24'ê Kanûna 1994'an de li Stenbolê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.
 
 'Li dû Îsmaîl karîkatur û helbest man'
 
Di daxuyaniyê de ewil birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî mafê axaftinê girt. Ûmût, diyar kir ku birayê wî di 24'ê Kanûna 1994'an de li nêzî Leventê ji aliyê 4 kesan ve li wesayîtê hatiye siwarkirin û ew hatiye binçavkirin û destnîşan kir ku heta vê kêliyê tu agahî jê nehatiye girtin. Ûmût, anî ziman ku karîkatur û helbestên Îsmaîl ji wan re mane û bi bîr xist ku piştî binçavkirina birayê wî rojekê bi telefonê li mala wan geriyane û ji wan re gotine "Kurê we hatiye binçavkirin, lê xwedî derkevin." Ûmût, bi bîr xist ku ew bi malbatî çûne Serdozgeriya Komarê û diyar kir ku ew çûne Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê jî lê bersiva ku Îsmaîl girtî nîne û hayê wan jê tune ye ji wan re hatiye dayîn.
 
'Em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Umut wiha dewam kir: “Di navbera salên 91-94’an de polîsan ji 2 hefte carekê bi ser mala me de digirtin, timî gef li me dixwarin û digotin, “Îsmaîl bibînin, ger ku hûn nebînin dê xerab bibe.”  Ji 94’an de me hem wekî malbat û hem jî hevalên Îsmaîl me her tim dengê xwe bilind kir ji bo ku Îsmaîl di bin çavan de neyê windakirin. Lê dewletê biryara windakirina Îsmaîl Bahçecî dabû û winda kir. Em ji bo vê têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dengê xwe bilind bikin heta ku hemû kujerên windahiyên me bên dîtin û radestî darazê bikin."
 
Piştre Umut helbesta Îsmaîl a bi navê “Dayê” xwend.
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Mirova Şemiyê Salîha Şanli ve hat xwendin.
 
'Serlêdanên windayan bê encam dimînin'
 
Salîha bi bîr xist ku Qanûna Xwendina Bilind a ku armanc dike zanîngehan bixe bin kontrola îdeolojiya fermî, di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de ket meriyetê û got, "Bi vê qanûnê re dihat xwestin ku jiyana akademîk û ciwanên xwendekar bê kontrolkirin. Ji ber vê yekê zanîngeheke ku li hemberî pirsgirêkên civakî bêdeng dimîne hate hedefgirtin. Di destpêka salên 90’î de xwendekarên zanîngehan bi avakirina komeleyan li dijî vê pergala zanîngehan bi daxwaza zanîngeheke demokratîk, xweser dest bi rêxistinbûnê kirin. Îsmaîl Bahçecî jî di vê rêxistinê de cih girt. Îsmaîl Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Weke her xwendekarekî ku bi çalakiyên xwe yên siyasî derket pêş, Îsmaîl jî rastî zextên giran hat. Gelek caran hat binçavkirin û îşkencekirin. Di sala 1993’an de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn û polîs lê digeriyan.”
 
'Binçavkirina Îsmaîl hat redkirin'
 
Saliha anî ziman ku gelek caran bi ser mala malbata Îsmaîl de hatiye girtin kirin û got ku Îsmaîl ji ber van serdegirtinan mala xwe terikandiye. Salîhayê destnîşan kir ku kesekî ku di 24'ê Kanûna 1994'an de bi telefonê li malbata wê geriyaye û xwe weke hevalê Îsmaîl daye nasîn gotiye, "Kurê te di girtîgehê de ye, li wî xwedî derbikevin" û der barê bûyerê de ev agahî da: "Bav Şehmus Bahçecî. yekser serî li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê da û serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya DGM'ê da. Binçavkirina Îsmaîl nehat qebûlkirin. Di heman rojan de polîsan bi ser kargeha birayê Îsmaîl V.D. de girt ji ber ku telefona xwe dabû Îsmaîl.  Ji ber ku di serdegirtinê de ne li ser kar bû, birayê wî yê mezin hat binçavkirin û birin muduriyeta polîsan. Li muduriyetê jê re gotin ku hejmara telefona birayê wî li ser 'endamê rêxistinê' hatiye girtin. Kesê ku di Çileya 1995'an de li Enqereyê hat binçavkirin jî ji raya giştî re ragihand ku di lêpirsînê de jê re gotine "Em ê we jî wek, Îsmaîl Bahçecî winda bikin." Her wiha piştî 24’ê Kanûna 1994’an êdî polîsan bi ser mala malbata Bahçecî de girt.”
 
'Berpirsiyariya xwe bi cih bînin'
 
Salîha da zanîn ku hevalên Îsmaîl, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi kampanyayan ev mijar anîne rojevê û raya giştî ya cîhanê û wiha got: “Hemû serlêdanên malbatê yên li polîs, dozger û hikûmetê kirin bê encam man. Nediyarbûna aqûbeta Îsmaîl Bahçecî 27 sal in bênavber didome.  Berpirsiyariya vî sûcê ku her roj tê kirin bigirin. Weke pêwîstiya hiqûqa navneteweyî û navxweyî erka xwe ya eşkerekirina cihê gora Îsmaîl Bahçecî û hemû berpirsyarên vî sûcê mirovahiyê bi cih bînin.”
 
'Em cihê hevdîtina bi windayên xwe re bernadin'
 
 Di dawiyê de Salîha destnîşan kir ku çend sal jî derbas bibin ew ê ji bo hemû windahiyên xwe dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere û Galatasaraya ku bûye cihê hevdîtina wan. ji bo windahiyên wan bernadin.