Li Enqerê nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ didome

  • 13:16 24 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Serdana çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” a ÎHD'ê ya Enqerê didomin û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, saziyên sivîl ên civakî banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser mirinên girtîgehan ên di demên dawî de zêdebûn û pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di gihiştina mafên xwe yên tenduristiyê de dijîn, li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên wê lê hene çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” pêk anî. Gelek nûnerên sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî serdana nobeta li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê jî kirin. Em bi kesên ku serdana çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” kirin re polîtîkayên girtîgehan ên Tirkiyeyê û pirsgirêkên ku girtî dijîn axivîn. 
 
Hevberdevkê Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Enqereyê Fîkret Çaglayan diyar kir ku hikumet hewl dide bi girtîgehan rejîma xwe bide avakirin û ev yek jî li girtîgehan rê li ber mirinan vedike. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çandinî û Daristanê (TARIM ORKAM-SEN) Ahmet Keleş diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê were kirin divê ewilî polîtîkayên di girtîgehan de tên pêkanîn werin şikandin. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Nahêlin girtiyên nexweş rojên xwe yên dawî bi malbatên xwe re bin. Ev pêkanîneke faşîzan e û derveyî mirovahiyê ye. Peywîreke ku hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk û sosyalist li dijî vê derkevin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest berdin.”
  
Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn jî wiha got: “Divê mirov li çalakiya “Em jiyanê diparêzin” xwedî derkevin. Girtiyên nexweş nikarin li girtîgehên Tirkiyeyê bijîn, ji ber vê yekê em ji girtiyên nexweş re dibêjin azadî.”
 
Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim diyar kir ku hikûmetê derbarê girtiyên nexweş de tu gav neavêtiye û wiha got: “Em ê ji bo azadiya girtiyên nexweş rêxistinbûna xwe bidomînin. Em bi rêxistinên ked û tenduristiyê pêvajoyê dişopînin. Em ê serdemeke ku girtî bikaribin azad bijîn û rêxistin bikin.”