'Nobeta Edaletê' di roja 291'ê de berdewam e

  • 12:05 24 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê di roja 291'ê de didomîne got: “Kesên ji vê zilmê re bêdeng  dimînin jî wê winda bikin. Dema ku edalet tune be nan jî tune ye.” 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de di êrişa AKP’iyan de hatin qetilkirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê Nobeta Edaletê didomînin. Emîne û Ferît vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê berê xwe dan navenda Rihayê û hatin ber Edliyeyê, li quncika xwe ya edaletê dest bi nobedê kirin. 
 
Emîne û Fertît li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Serkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Yekîtiya Baroayên Tirkiyê (TBB) etkîket kirin û ev peyam belav kirin: “Nobeta dayikek li ber Qesra Edaletê ya Rihayê, teraziya edaletê ya vî welatî ye. Bila Serkomar derkeve û bêje têkildarî qetliyama li nexweşxaneyê min xapandin e. Bila li ser darazê zext rabin kesên ji vê zilmê re bêdeng dimînin jî wê winda bikin. Edalet tune be nan jî tune ye.”