Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:27 24 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - Polîsan li Wanê û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes binçavkirin. 
 
Polîsan li navçeya Qelqelî û navçeyên navendî yên Wanê bi awayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar, rêveberê navçeyê Kenan Ozmaya, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê; Dervîş Hazir, Şakîr Tosûn, Zana Îşler, rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeyê Cevdet Guçlu, welatiyên bi navê Aslan Ayaz, Şemsettîn Akyol, Kûdret Akyol, Ayhan Kilinç, Alî Bagci, Ûbeyt Oranli û Borî Şanli binçav kirin.
 
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Wanê û wê hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.