Rojnamevan Sinûr: Diyaloga di navbera kurd û ereb de dê pirsgirêkan çareser bike

  • 09:02 24 Kanûn 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, diyar kir ku pêkhatina Konreya "Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî" ya li Bexdayê ji bo têkiliya di navbera kurd û ereban girîng e û got: "Heke ev kongre pêşbikevin dê li Iraqê derfetekê baş bê afirandin û dê siyasetê jî bi xwe re bigûherîne."
 
Piştî 10’ê cotmehê hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêkhatin û encam hatin eşkerekirin, aliyên siyasî ji bo avakirina hevpeymaniyan ketine nava liv û tevgerê. Ji wê rojê heya niha li Iraqê hikûmeta nû nehatiye avakirin. Li aliyek qeyrana siyasî û aborî, li aliyek jî êrişên Arteşa Tirk mijarên sereke yên herêmê ne. Her wiha di 11'ê kanûnê de jî li Bexdayê bi tevlîbûna zêdetirî 100 kesayetên ji seranserê Iraqê, li ser bingehê jiyanek hevbeş ya gelan û civaka demokratîk, Kongreya ‘Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî’ hat lidarxistin.
 
Derbarê geşedanên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê de rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan pirsên me bersivand.  
 
* Polîtîkayên hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê yên şer û qeyrana aborî mijarên sereke yên herêmê ne û bandorê li tevahiya civakê dike. Hûn geşedanên siyasî yên herêmê û bandora vê ya li ser civakê çawa şîrove dikin?
 
Bi taybetî di sala 2021’ê de, welatiyên li Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk hene û ev tişt jî bandorê li civakê dike. Yek ji van pirsgirêkên ku behsa wan tê kirin jî hilbijartina Iraqê ya parlamentoyê ye. Kurdistanî û iraqî xwestin nûnerên xwe bişînin parlamentoya Iraqê. Lê belê hêviya gelan ji hilbijartinê tunebû.
Gel, baweriya wê bi desthilatdariya heyî û hêzên siyasî yên heyî nemaye û lewma beşdarî vê hilbijartinê nebûn.
 
Pirsgirêka aborî û koçberiyê
 
Dîsa yek ji pirsgirêkên ku gelek li ser hatî axaftin jî koçberiya malbat û ciwanan e. Ji ber şert û mercên xirab ên aborî êdî li herêma Kurdistanê paşeroja xwe nabînin. Em dibînin ku pirsgirêka siyasetê bandorê li ser welatiyan dike. Li vê herêmê rewşeke gelekî xirab heye. Rêjeya sûç, kiryarên xirab û şîddetê bi giştî gelekî zêde bûye. Ev yek bandorê li ser malbatan dike. Rewşa koçberan êdî rewşeke cîhanî ye. Jixwe hûn jî rewşa koçberên li sînorê Belerûs û Rûsyayê dişopînin û dibînin.
 
Sekna xwendevanan girîng bû
 
Bi taybetî xwendekar ji pergala heyî nerazîne û birêvebirina herêmê şaş dibînin. Bi taybetî xwendekar ji hikûmetê daxwaza sererastkirina şert û mercan dikirin. Ji bo vê jî gelek rapor ji siyasetmedar û berpirsên hikûmeta Kurdistanê re şandin. Her wiha ciwan li dijî fîrmayên ku ji dervê tînin herêmê bi gazin in û dibêjin sedema qeyranê ev têkiliyên li dervê ne. Nerazîbûna ku xwendekar nîşan didin pêwîste desthilatdarî li ber çavan bigirin. Ji roja destpêkê ya çalakiyên xwendekaran û vir ve bi du rêbazan hewil dan ku pêşiya çalakiyan bigirin. Ya yekemîn bi rêya hêzên ewlekariyê xwestin xwendekaran bitirsînin û ji kolanan derxin. Di çalakiyan de nêzî 600 û 700 xwendekar hatin binçavkirin. Ya dûyemîn jî bi rêya kesên provakator ku girêdayî hizbên siyasî ne, karibin ji li dervehî armanc û hedefên çalakiyên xwendekaran tevbigerin, weke şewitandina sazî û dezgehan, pêkanîna şîddetê ya li hemberî hêzên ewlekariyê. Xwendekar tenê doza mafê xwe nakin, her wiha hikûmraniya ku ji 30 salî zêdetir e başûrê Kurdistanê heyî êdî nema qebûl dike. Sekna xwendekaran moralê dide derdorên din jî. Her wiha tevlîbûna jinên ciwan û pêşengtiya jinên ciwan divê neyê ji bîrkirin.
 
* Hûn êrişên DAIŞ'ê yên ku li herêmê pêk tên û her wiha helwesta hikûmeta herêmî, Iraqê û navneteweyî çawa dinirxînin?
 
Ligel van pirsgirêkên navxweyî, nelirêtiyên li herêma Kurdistan û Iraqê, rewşa herêma Kurdistanê xiraptir kiriye. Dagirkeriya dewleta Tirk û destwerdana dewleta Îranê jî bi heman rengî ku bandora wê li ser aliyên li Iraqê heye û rewşa heyî xiraptir dike. Çawa ku dewleta Îran di warê siyasî de dixwaze li Iraqê bandora xwe diyar bike, dewleta Tirk jî bi gelek rê û rêbazên cûda dixwaze armancên xwe li herêmê bi cîh bîne. Dewleta Tirk, li herêma Kurdistanê, dîsa li herêmên Parastina Medyayê, li Zap, Metîna û Avaşînê û dîsa li ser Qendîlê raste rast bi hêzê xwe êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku çeteyên DAIŞ' ê ji vê rewşê sûd digirin û êrişê Musil, Şengal û Mexmûrê dikin. Hêzên desthilatdariyê jî civakê bi DAIŞ'ê ditirsînin û di vî warî de jî rojevekê çêdikin. Jixwe ev demek e tê zanîn ku propaganda dihate kirin ku DAIŞ nemaye. Lê em dibînin senaryoya DAIŞ'ê dîsa dixin dewrê. Her çend hewildaneke hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê yên tûnekirina DAIŞ'ê hebû jî, ji ber ku koordînasyoneke navendî nehate avakirin û pêşmerge weke hêzeke hizbî tevgeriya, bi heman rengî artêşa Iraqê jî wisa nekarî encam bigire an jî nexwestin dawî li hebûna DAIŞ'ê bînin. Em dîbinin ku hêzên navnetewî jî ji bo li herêmê şer û alozî berdewam bike, li hemberî hebûna DAIŞ'ê xwe bê deng dikin. Bi vî rengî dixwazin ku jurd jî bi awayekî aramî û ewleyî nikaribin li malên xwe, li erdê xwe, li ser xaka bijîn û kar bikin.
 
* Hûn derbarê polîtîkayên Dewleta Tirk a li Herêma Federal a Kurdistanê de çi difikirin? Nêzîkatiya PDK û YNK'ê divê mirov çawa bigire dest?
 
Dîsa nêzî 8 meh in, li herêmên Parastina Medyayê êrişeke berfireh a dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk, bi armanca dagirkirina van sê herêmên hat nav xaka başûrê Kurdistanê. Li vir gelek propagandaya xwe jî kir ku ew binketina xwe ya li Garê berovajî kir. Lê em dibînin ku dewleta Tirk, di 8 mehan de hemû cûre rêbazên li dervehî qanûnên şer ên weke bikaranîna çekên kîmyewî, hedefkirina gelên, şewitandina cîh û warên xelkê û wêrankirina xwezaya herêma Kurdistanê xiste dewrê. Bi van êrîşan armanca wê ew bû ku xetên ser sînor dagir bike û bi vî rengî gelek deverên başûrê Kurdistanê bi giştî dagir bike. Bi tevî ku 8 meh derbas bûn jî, dewleta Tirk di nava şikestineke mezin de ye û hewil dide têkçûna xwe veşêre. Lê belê PDK, bi dagirkirina Parlemena Kurdistanê bigire ku hemû wezîr û berpirsên herêmê, sazî û dezgehên fermî bigire hemû bi dest xistiye, li ser xaka herêma Kurdistanê jî xeteriyeke mezin ava kirine. Bê guman bêdengiya desthiladariya Iraqê jî di vir de rol dilîze. Lê PDK, li van deverên ku li jêr desthiladariya xwe de digire, bi gelek rêbazan hevkariya dewleta Tirk dike. Hêzên xwe di nava baregehên gerîlla de bi cîhkirin û valakirina gundan hin mînakên vê hevkariyê ne. Bi vî rengî PDK hewil dide ku dagirkeriya Tirk hêsantir bike.
 
Xeteriyeke mezin heye...
 
Dîsa gelek êrîşên PDK'ê yên rasterast li ser gerîlla hene. Weke tê zanîn di meha tebaxê de li Xelîfanê çend gerîlla bi destê PDK hatin şehîdxistin. Mixabin PDK, di çarçoveya armancên Dewleta Tirk de çekdarên roj û hêzên Zêrevan bikartîne. Ev gelek rewşeke xeter e. Eger hêzên Rizgariya Kurdistan lewaz bibin, ev yek tê wateya ku armancên dewleta Tirk zêdetir pêk tên û dagirkeriya wê pêşdetir bikeve. Li gel van hewildanên xwe PDK di nava parlemenê de jî hewildaneke bêdengkirinê dimeşîne. Em dixwazin di nava parlemenê de li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk lijne werin avakirin. Hevkariya PDK'ê di heman demê de li gel çeteyên DAIŞ' ê jî heye. Di demên dawî de em bûn şahidên van tiştan. Di nava PDK û YNK'ê de nîqaşên gelek dijwar hatin meşandin ku li çiyayê Qereçox ku nêzî 15- 20 gund lê hene, niha bi sedan çeteyên DAIŞ'ê li wir bi cîh bûne. Li vir xeteriyeke mezin li ser xelkê vir ku piranî kurd in heye.
 
Yek ji xalên ku YNK di nîqaşên xwe de dianî ziman ew bû ku li van navçeyên Qereçoxê, PDK, fermana şerkirinê nade pêşmergeyên xwe daku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike. Naxwazin li van deveran dawî li hebûna çeteyên DAIŞ'ê were. Em dîsa bûn şahid ku çeteyên DAIŞ, ji van herêman berê xwe dana sînorê Mexmûr û Şengalê. Dîsa heta Kerkûkê. Hevkariyeke bi vî rengî dewleta Tirk jî nîşan dide. Hemû nexweşxaneyên xwe yên li ser sînor xistiye xizmeta çeteyên DAIŞ'ê. Tirkiye, dîsa ji bo şofandina pereyên çeteyên DAIŞ'ê dixebite. Li van herêman DAIŞ, stratejî û armancên dewleta Tirk bi awayekî pêk tîne. Jixwe pirsgirêka DAIŞ'ê bi Dewleta Tirk re tune ye. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê Mûsil bi dest xistin, hemû karmendên konsolosxaneya Tirk a li vî bajarî serbest berda û tiliya yekî jî xwîn nebû.
 
* Bi taybetî li hemberî Şengalê ji hêla hikûmetên Bexda û Hewlêrê ve polîtîkayeke taybet tê meşandin û aliyek jî êrişên Arteşa Tirk didomin. Çima Şengal ewqas di hedefê de ye?
 
Ligel aloziya ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê ya li çiyayê Qereçox ê Mexmûrê tê avakirin, em dibînin ku Dewleta Tirk li hemberî Şengalê êrişên xwe berdewam dike. Bê gûman piştî ewqas komkujiyên mezin, fermana mezin a li hemberî Şengalê, Dewleta Tirk dîsa bi awayekî ku qanûnên navnetewî û qanûnên dewleta Iraqê jî bin pê dike, êrişê li Şengalê dike. Êrişê rêveberiya Şengalê dike. Ji bo herêmên din ên Iraqê ku pirsgirêkên bawerî, mezhebî û îdeolojîk lê hene Şengal weke serketinekê dikare were binavkirin û ji deverên din re jî weke mînak dikare were nîşandan. Li Şengalê, erebên sunnî, erebên şiî bi hev re dijîn. Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka herêma Kurdistanê ye jî. Yek ji pirsgirêkên herî mezin li herêma Kurdistan û Iraqê jî ew e ku heta niha ereb û kurd weke gel û netewe nekarîne li hev rûnên. Di qanûnên Iraqê de jî tê diyarkirin ku divê hemû netewe bi nasname, çand û baweriya xwe ve bijîn. Heta sala 2014’an, hêzên Iraq bi hebûna xwe ya 6 hezarî di nava Şengal û derdora wê de bi cîh bibûn. Dîsa ev herêm di bin kontrola hêzên PDK'ê û Iraqê de bû. Nêzî 12 û 13 hezar hêzên PDK'ê li Şengal û derdora wê hebû. Dema komkujî pêk hat nekarî Şengalê biparêzin.
 
Li ser bêdengiya desthiladariya Iraqê jî em dikarin bêjin, di çêkirina peymana li hemberî Şengalê ya di navbêra Bexda û Hewlêrê de jî roleke mezin a PDK, bi taybetî jî ya malbata Berzaniyan heye. Peymana li ser Şengalê ya di navbêra Kazimî û Berzanî de hate mohrkirin, li dijî Şengala ku êdî pêdivî bi artêşa Iraqê nemaye, dîsa bi wan pêşmergeyên ku ji parastina xaka Kurdistanê zêdetir bûne beşek ji sixtekariyên malbata Berzanî, dîsa li dijî Şengala ku baweriya wan bi artêşa Iraqê û çekdarên PDK'ê nemaye, armanc ne parastina Şengalê ye. Dixwazin saziyên li wir ji holê rakin û bi xwe civaka êzidî birêve bibin. Ji ber ku serketina Rêveberiya Şengalê şikestina projeya dagirkeriya dewleta Tirk e. Gel li hemberî van êriş û xeteriyan agahdar e.
 
* Di 11'ê kanûnê de li Bexdayê Konreya "Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî" pêk hat û li vir gelek mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Ev kongre divê çawa bê destgirtin?
 
Bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê ve li Bexdayê Kongreya ‘Ber bi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî’ pêk hat. Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cûda yê li Iraqê amade bûn. Cara yekem kongreyek bi vî awayî hat lidarxistin. Di kongreyê de xebatên hevbeş ên ereb û kurd ên dîrokî, bandora dewlet-netew li ser peywendiya ereb û kurdan, bandora siyaseta dagirkeriya navnetewî û metirsiya projeya Osmaniya nû ya li ser Iraqê û li ser rola jinên ereb û kurdan a di guhertina hêza civaka Iraqê de hatin nîqaşkirin.
 
Her wiha di kongreyê de doza şengaliyan jî hat nîqaşkirin. Hat diyar kirin ku li ser Şengalê xeteriyeke mezin heye û hat gotin ku êrişên ku pêk tên divê desthilatdariya Iraqê û PDK'ê nema qebûl bike. Şengal, di çarçoveya yasayên Dewleta Iraqê de, mafê xwe diparêze. Her wiha mafê xwe heye ku hêza parastina xwe hebe. Ev rewş ne li dijî tu qanûn û yasayên destûrabingehîn a Iraqê ye.
 
Loma heke ev kongre pêşbikevin, eger ciwan jî beşdar bibin, ji bo pêkvejiyana pêkhateyên li Iraqê derfetekê biafirîne, hingî rîtma desthiladarî û siyasetê jî bi xwe re bigûherîne. Di asta Iraqê de jî pirsgirêka kurd çareser dike. Bi tevî hemû rewşa xirab jî hêvî heye ku gel karibe siyaseta xwe, bi xwe bimeşîne. Gel wê karibe aboriya xwe, bi xwe pêk bîne û bimeşîne. Bi vî rengî pêdivî bi vî cûreyê desthiladariyê jî namîne.
 
Bi tevî hemû rewşa xirab jî hêvî heye ku gel karibe siyaseta xwe, bi xwe bimeşîne. Gel wê karibe aboriya xwe, bi xwe pêk bîne û bimeşîne. Bi vî rengî pêdivî bi vî cûreyê desthiladariyê jî namîne.