Jinan li Şehbayê panel li dar xistin

  • 16:44 23 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Tevgera Jinên Ciwan û navenda lêkolînan a Jineolojî ya herêma Efrînê derbarê xwebûnê de li peymangeha Viyan Amara panel li dar xistin.
 
Bi dirûşma "Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran" Tevgera Jinên Ciwan û navenda lêkolînan a Jineolojîyê ya herêma Efrînê derbarê xwebûna jinên ciwan de li peymangeha Viyan Amara ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê panel li dar xistin. Hemû xwendekarên jin ên peymangeha Viyan Amara di panelê de amede bûn. Her wiha wêneyên jinên têkoşer, alên jinên ciwan û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li holê hatin daliqandin. Pankarta bi dirûşma "Xwenaskirin bingeha hemû xwenaskirinan e" hatibûn daliqandin. Panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.  
 
Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê bi armanca parastina jinên ciwan a ji pergala kapîtalîst perspektîfa bi navê "Azadiya jinê azadiya jiyanê ye" ji aliyê endama tevgera jinên ciwan Rîm Dede ve hat xwendin. Piştre sê xalên bingehîn ên panelê hatin diyarkirin. Her wiha nîqaşên derbarê van sê xalan de hatin kirin. Di panelê de li ser  zihniyeta baviksalar a ku bi hezaran salan deng û rengê jinê di civakê de tune kiriye û jin xistiye bin serweriya xwe nîqaş hatin kirin. Bi salane desthiladaran jin wek amûrek ji bo berjwendiyê xwe bi kar anîne, li ser van mijaran nîqaş hatin kirin. Piştre beşdarvanan pirsgirêkên xwe parve kirin û nêrînên xwe parve kirin.  
 
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.