'Nobeta Edaletê' di roja 38'an de berdewam dike

  • 15:41 23 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin di roja 38'an de berdewam dike.
 
"Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên  girtiyan ve bi armanca girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê di roja 38'an de berdewam dike.
 
Malbatan îro bi minasebeta destpêkirina çalakiya nobetê ya bi daxwaza azadiya  girtiyan ku bi dirûşma "Em jiyanê Diparêzin"  ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat destpêkirin bibin serdan qebûl nekirin. Malbat çalakiya xwe li baroyê berdewam dikin.