Meclisa Jinan a DEDEF'ê ji bo Aysel Tugluk bang kir

  • 13:44 23 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Meclisa Jinan a DEDEF'ê di daxuyaniya ku da de, ji bo Aysel  Tugluk a ku nexweş û di girtîgehê de tê girtin banga xwedîderketinê kir. 
 
Meclisa Jinan a Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ji bo cîgira Hevserokên HDP'ê ya berê Aysel Tulgluk a nexweş ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê di hucreya yek kesî de tê girtin bê berdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
'Bi hincetên siyasî tevdigerin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 605 girtiyên nexweş hene ku 604 jê nexweşên giran in û wiha hat gotin, "Ji her ku tecîrd hatiye destpêkirin girtîgeh bûne cihê cezayê di nava cezayê de.  Bi zêdebûna mirina bi guman û ajotina girtiyan ber bi mirinê ve, girtîgeh ji bo girtiyan bûne dojeh. Hefteya borî jî 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi taybetî Saziya Tiba Edlî (ATK) weke destmala ku dewlet xwîna girtiyên siyasî pê paqij dike tevdigere. Raporên ku dide ne li gorî zanistê ne jî li gorî wijdan in. Bi mebestên safî yên siyasî tevdigere."
 
Daxuyanî wiha hat berdewamkirin:
 
“Rastiya ku di salvegera Komkujiya li Girtîgehan a 19-22 Kanûnê de di nava xwe de dihewîne ev e ku ji duh heta îro tiştek neguheriye. Tişta ku guherî tenê kuştina girtiyan bi tecrîd û îşkenceyê li şûna komkujiyê ye. 
 
Divê Aysel Tûglûk bê berdan
 
Hevwelatiya me Aysel Tûglûk ev demeke dirêj e di girtîgehê de ye. Bi nexweşiyeke ku bi zehmetî xilas dibe ye û ev nexweşî piştî tiştên ku li ser cenazeyê diya wê hatin kirin, dest pê kir. Em dixwazin Aysela ku em îro hîn bûn ew rakirine nexweşxaneyê bê berdan. Tişta ku li ser cenazeyê dayika wê hat kirin em careke din şermezar dikin. Di şexsê Aysel de em daxwaz dikin ku hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û tedawiya wan di şert û mercên azad de bê meşandin. Em wek Meclîsa Jinan a Federasyona Komeleyên Dêrsimê daxwaz dikin ku demek berî demekê dawî li vê hovîtî û şert û mercên xerab ên li girtîgehan bê anîn û bang li hemû raya giştî dikin ku di vî warî de hestiyar bin.”