'Nobeta Edaletê' di roja 290'î de ye

  • 12:11 23 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 290'î de didome. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ên sê ferdên malbata xwe di êrişa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeda xwe ya edaletê ji 9’ê Adarê ve berdewam dikin. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 290’î de nobeda edaletê dan destpêkirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir: “Dînê dewletê edalet e. Dîn niha wek malzemeya siyasî tê bikaranîn. Edalet jî di bin serweriya zaliman de ye. Deriyê edliyeyê ji kesên bi hêz re vekirî ye. Dayê 209 roj in li ber deriyê edliyeyê li benda mucîzekê ye.”