Nobeta 'Em jiyanê diparêzin' dest pê kir

  • 11:49 23 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD li 30 bajarî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û mafê tendirustya girtiyên nexweş bi dirûşma 'Em jiyanê diparêzin" biryara wê nobetê bi de destpêkirin dabû. Di vê çarçoveyê de nobeta " Em jiyanê diparêzin" li Enqerye û Amedê hat destpêkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser mirina bi gûman û pirsgirêkên girtiyên nexweş ên di warê bidestxistina mafên xwe yên tenduristiyê de dê îro li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên wê lê hene nobeda "Em jiyanê diparêzin" bide destpêkirin. Nobeta ku Malbat, parêzvanên mafan û parêzer jî beşdar dibin hat destpêkirin.
 
Enqere
 
Nobet li Enqerê li şaxa ÎHD'ê hat destpêkirin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em jiyanê diparêzin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hat daliqandin, nobeta bi beşdariya Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu dest pê kir. Di nobeta hat destpêkirin de wêneyên Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
 
'Gelo girtiyên siyasî bi Covid-19'ê nakevin?'
 
Ozturk Turkdogan diyar kir ku wan îro li hemû şaxên ÎHD'ê çalakiya "Em jiyanê diparêzin" ji bo girtiyên nexweş dane destpêkirin û berdewam kir, “Pergala darvekirinê ya li Tirkiyeyê ne rast bû. Bi operasyona 19’ê Kanûnê re pergala înfazê hebû. Bi berxwedana girtiyan ew pergal hat şikandin. Lêbelê, heman pergal berdewam dike. Li Îmraliyê avakirina girtîgehên bi ewlekariya bilind dest pê kir. Ev wek tabût hatin çêkirin. Di dema pandemiyê de, serokên çeteyan hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Aysel Tûglûk niha di girtîgehê de ye. Em dixwazin balê bikişînin ser van. Di pêvajoya Covid-19 de cihêkarî heye. Ma girtiyên siyasî bi Covidê nakevin gelo ? Ev çi cudakarî ye? Dema me ji girtîgehan re nameyek dinivîsand, me ji Halîl Guneş re dinivîsand, lê niha ne di nav me de ye. Girtiyên siyasî û nexweş bi hincetên ku nayên qebûlkirin nayên berdan. Yên ku nikaribin di girtîgehê de bimînin, sûcê wan çi dibe bila bibe bila bên berdan."
 
'Mirin encama vîna kesên ku binpêkirinan qebûl dikin e'
 
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû mafê axaftinê girt û bal kişand ku ÎHD bi salan e di warê mafên mirovan de xebatên xwe dimeşîne. Omer Faruk got, “Li girtîgehan mirov dimirin, neheqî li wan tê kirin, lê hemû civak vê nake rojeva xwe ya sereke. Beşek çapemeniyê vê yekê dixe rojeva xwe. Civak li ser kesên ku li ser wijdanê xwe ber bi întîharê ve tên ajotin çi difikire? Kesên ku li girtîgehan jiyana xwe di demên dawîn de ji dest dan destpêk in.  Ev çîrok ne nû ye. 
 
Herî dawî Ozturk  Turkdogan da zanîn ku ew ê weke Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê saet di navbera 10.00-21.00'an de nobedê bigirin û diyar kir ku ew ji her cure tevlîbûn û serdanan re vekirî ne.
 
Amed
 
Li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî çalakiya nobetê dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag û Pero Dundar, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, xizmên girtiyên li Baroya Amedê dest bi “Nobeda Edaletê” kirin û gelek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan nobetê. 
 
Li salona ku çalakî lê pêk hat pankarta "Em jiyanê diparêzin! Ji girtiyên nexweş re azadî" hat daliqandin û wêneyên Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Celal Şeker, Abdûrrezzak Suyur, Mehmet Alî Çelebî û Vedat Erkmen ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. .
 
Têkildarî mijarê Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş ên li girtîgehan bên berdan.