Li 30 bajarî nobeta 'Em jiyanê diparêzin'

  • 10:52 23 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - ÎHD li 30 bajarî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û mafê tendirustya girtiyên nexweş bi dirûşma 'Em jiyanê diparêzin" nobetê dide destpêkirin. 
 
Li girtîgehên Tirkiye û bajarên herêmê roj bi roj binpêkirinên mafan û tecrîd kûrtir dibin, xizmên girtiyan ên ji çar aliyê welat hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Mirina eşkere ya 7 girtiyan di demên dawîn de nîşan dide ku konsepteke nû li girtîgehan hatiye bicihkirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser mirina bi gûman û pirsgirêkên girtiyên nexweş ên di warê bidestxistina mafên xwe yên tenduristiyê de dê îro li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên wê lê hene nobeda "Em jiyanê diparêzin" bide destpêkirin. Malbat, parêzvanên mafan û parêzer jî wê beşdarî nobedê bibin.
 
'Di Hefteya Mafên Mirovan de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan'
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku ji berê heta niha li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk hatine, lê belê bi pandemiyê re pirsgirêkên xwegihandina mafê tenduristî û dermankirinê zêde bûne û got ku her çend bi israr  ew dixwazin balê bikişîn ser mijarê jî tiştek nehat kirin. Gulseren wiha berdewam kir, “Em dibêjin ji bo dermankirinê bila girtiyên nexweş ên giran bên berdan, lê di encama raporên neyînî yên Saziya Tipa Edlî (ATK) an jî nirxandinên neyînî yên polîsan de, girtiyên nexweş nayên berdan. Ne berdana girtiyên nexweş ewlekarî û mafê wan ê jiyanê bi giranî dixe xeteriyê. Di hefteya dawî ya mafên mirovan de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Em hîn bûn ku girtiyên jiyana xwe ji dest dane bi nexweşiyên giran re têdikoşin û di warê dermankirinê de pirsgirêkên wan hene û rêxistinên sivîl jî ji bo girtî bigihên dermankirinê têdikoşin.”
 
'Girtî di bin tecrîdeke giran de ne'
 
Gulseren, anî ziman ku tevî dihat zanîn dê girtiyên nexweş di van şert û mercan de bimirin jî nehatin berdan û got, “Me di doza Garîbe Gezer de dît ku girtiyên ku tê îdîakirin întîxar kirine, berê jî giliyên îşkence û muameleya xerab kirine. Li gel îşkence û muameleya xerab, desteserkirina mafan û tecrîdeke giran li wan tê kirin. Ji ber ku piştî sala 1997'an li ser girtîgehên tîpa F'yê nîqaş hatin kirin, me her tim anî ziman ku divê tecrîd neyê sîstematîzekirin. “Piştî 21 sal di ser komkujiya 19’ê Kanûnê re derbas bû em bi encamên neyînî yên tecrîdeke giran re rû bi rû ne.”
 
'Terkî mirinê tên kirin'
 
Gulseren, diyar kir ku wan di "Rûniştinên F" yên ku wek Komeleya Mafên Mirovan li dar xistin de, bal kişandine ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtî dijîn û diyar kir ku pirsgirêkên girtiyan ên gihandina tenduristiyê zêde bûne. Gulseren wiha dewam kir: “Divê mijara bingehîn pêşîlêgirtina nexweşiyan be, dermankirina pêşîlêgirtina nexweşiyan li girtîgehan divê bi awayekî sîstematîk bê meşandin. Girtiyên nexweş ji ber ku ev pêk nayê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê ye ku mirov van bûyeran weke kuştina girtiyan bi nav bike, wê pênaseyeke di cih de be. Em hewl didin di derbarê kuştinên girtiyan de bala rayedaran bikşînin, lê rayedar tedbîrên têr nagirin. Girtî bi mirinê re rûbirû tên hiştin. Ji ber vê yekê jî erka herî mezin li ser milê malbat û saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê yên di vî warî de dixebitin tê hiştin ku dengê girtiyên di nava çar dîwaran de bê bihîstin.”
 
Li 30 bajarî nobet tê destpêkirin
 
Gulseren, anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş bigihêjin mafê xwe yê dermankirinê û ji raya giştî re der barê tiştên li girtîgehan diqewimin agahiyan bidin dê nobeda "Em jiyanê diparêzin" li dar bixin û got, "Ligel çalakiyên me yên din, em ê bi navê 'Em jiyanê diparêzin' çalakiya rojekê li dar bixin. Ev çalakî wê li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên ÎHD'ê lê hene pêk were. Weke Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê em ê saet di navbera 18.00 û 21.00'an de nobedê bigirin. Di vê navberê de wê forum ji aliyê malbat, parêzer û parêzvanên mafan ve bê lidarxistin. Em  her cure beşdarbûn û serdanan qebûl dikin.”