Gel ji bo mîtinga 'Niha Dema Edaletê ye' hat vexwendin

  • 16:26 22 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - HDP'yîyên ji bo mîtinga  "Niha Dema Edaletê ye" ya dê di 25'ê Kanûnê de li Pirsûsê bê lidarxistin xebatên xwe didomînin li navçeyên Rihayê bi welatiyan re hatin gel hevdu. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Rihayê dê di 25'ê Kanûnê de li Pirsûsê mîtinga "Niha Dema Edaletê ye" li dar bixe. Xebatên ji bo mîtîngê îro jî dewam kirin. Parlamenterên HDP'ê û hevserokên şaredariyan ên dewsa wan qeyûm hatine tayinkirin gel vexwendin mîtîngê. 
 
Li Sêwregê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç bi partîyiyan serdana esnafan kir û ew vexwend mîtîngê. Murat di heman demê de bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Hevserokê Şaredariya Kayapinarê ya qeyûm tayînî dewsa wê hatiye kirin Davut Keser û Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu li Haliliyê çûn serdana esnafan. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî HDP'yîyên belavok belav kirin dan. Welatiyan nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyrana aboriyê jî anîn ziman û dan zanîn ew ê beşdarî mîtîngê bibin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û Hevseroka Şaredariya Hezroyê Gulistan Ekti ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin li Hewengê bi esnafan û gel re hat ba hevdu. Esnaf û gel bal kişandin ser qeyrana aboriyê. 
 
Îmam Taşçier ê HDP'yî û Hevserokê Bismilê Orhan Ayaz ê dewsa wî qeyûm hatiye tayinkirin li Curnê Reş gel vexwend mîtîngê. 
 
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî serdana esnaf, sazî û dezgehên li navçeya Pirsûsê kirin û vexwendin mîtînga ku roja şemiyê pêk were. Pirsûsiyan bi lêv kir ku ji bo ku bêjin “Edalet” wê roja şemiyê li qada mîtîngê bin.