Ji 11 kesan 7 kes serbest hatin berdan

  • 16:11 22 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 11 kes hatibûn binçavkirin, 7 kes serbest hat berdan û 4 kes jî dê derxin dozgeriyê. 
 
Polîsan vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. 7 kes piştî ku li Miduriyeta Emniyetê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. 4 kes jî hêj di binçavan de ne. 
 
Her 4 kesên ku di binçavan de mayî bi hinceta ku îfadeyên şahîdên nepen heye derbarê wan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatine vekirin dê li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îfade bidin. 
 
Navên kesên di binçavan de ne; Arîfe Meryem Yildirim, Nazli Yoyler, Dîdar Gul û Emîn Orhan.