Li Sêmalka nobeta malbatan 79 roj in didome

  • 10:58 22 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobedê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 79'an de berdewam dike. Îro di saetên sibê de endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalkayê û tevlî çalakiyê bûn. 
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 111 roj in cenaze nadin malbatên wan. 
 
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka konvedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 79'an de berdewam dike. 
 
Serdana çalakiyê didome
 
Her wiha Hêzên PDK`ê di 19`ê kanûnê de û piştî girtina deriyê Pêşxabûrê di 16`ê kanûnê de, deriyê El-Welîd ê Başûrê Kurdistanê û nêzî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçerat a girêdayî navçeya Dêrikê jî girt.
 
Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobedê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Îro di saetên sibê de endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalkayê da ku tevlî çalakiyê bûn. Endamên desteyê li qada deriyê sînor kom û berê xwe dan deriyê Pêşxabûr. Endaman dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û girtina deriyan berz kir.
 
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Ebdullah Hiso axivî û kiryarên PDK`ê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Hiso destnîşan kir ku armanca PDK`ê ku xeta berxwedanê tune bike, lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî ji mafên xwe yên rewa gav paşde navêjin.