Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
- 10:30 22 Kanûn 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Polîsan vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Di lêgerîna li malan de endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê Emîn Orhan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Erturk Yilmaz, Endama Jinên Demokrat ên Nû Zîlan Tayboga, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst (SGDF) Meryem Yildirim, Gul Ozdogan, Nazli Yoyler, Mehmet Kasar, Dîdar Gul û Ferhat Pehlîvan hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavkirin birîn Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Çankayayê ya Îzmîrê.