Zirganê hat bombebarankirin
- 09:07 22 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de du jin jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok birîndar bûn.
Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kirin ku di encama topbarana li gundê Rebîat ê Zirganê de, ji malbatekê jina bi navê Melka Ehmed Îd (30) û dayika wê Fesla Îd (60), Salîh Hamîd El Hisên (60) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Cûdî Îd (4) Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8) birîndar bûn.
Çavkaniyan gotin, 3 endamên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê birîndar bûn. Ji ber topbarana dijwar ambulans nedikarî xwe bighîne birîndaran.
Herwiha di bombebarana li gundê Til Werdê jî Ehmed Mihemed El Faîs (50) û zaroka bi navê Heemda Faris birîndar bibûn.