Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 13'an de ye: Dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin

  • 16:16 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN -"Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan dane destpêkirin di roja 13'an de ye. Serokê Şaxa Egitim Senê ya Wanê Murat Atabay, da zanîn hiqûqa derbarê girtiyan de tê meşandin hiqûqa dijminatiyê ye û got divê dev ji vêya bê berdan. Xizma girtiyan Behice Subay jî got:"Bila Xwedê vê zilma li me tê kirin qebûl neke."
 
Malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn. Nobeta ku malbatan dabûn destpêkirin di roja 13'an de ye. Îro Platfroma Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) çû serdana malbatan.  Serokê Şaxa Egitim Senê ya Wanê Murat Atabay da zanîn ew hem ji bo polîtîkayên li ser girtiyên înfazên wan tên şewitandin şermezar bikin hem jî ji bo malbata hatine. 
 
'Girtîgeh zagonên xwe nas nakin'
 
Murat da zanîn ku di meheke dawî de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û got:"Garibe Gezer bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, Aysel Tugluk tevî rapora ATK'ê ya nikare di girtîgehê de bimîne dîsa di girtîgehê de tê girtin, gelek girtî tevî ku înfaza wan tije bûye jî dîsa jî di girtîgehan de tên girtin. Em dixwazin bêjin hiqûqa dijminatiyê pêk tê. Her wiha girtîgeh zagonên xwe nas nakin. Daxwaza malbatan ew e ku hiqûq pêk bê. Divê girtiyên cezayên wan qediyane bên tehliyekirin. Divê dewlet dev ji van polîtîkayên dijminatiyê berdin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan."
 
'Ya ku tê kirin zilm e bila xwedê qebûl neke'
 
Dayika Îrfan Subay ê muebeta giran lê hatiye birîn, Behice Subay wiha got:"Lawê min dema bi hincetên siyasî hat girtin 17 salî bû. Ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Derbarê wî de tu delîlên şênber tune ye lê belê dîsa jî di girtîgehê de ye. Ne tenê lawê min ez dixwazim hemû girtiyên siyasî bên berdan. Bila hemû kurd li dijî vê zilmê bertekê nîşan bide. Em êdî naxwazin agahiyên mirinê ji girtîgehan bigirin û bila hemû girtî bên tehliyekirin. Ya ku tê kirin zilm e bila xwedê qebûl neke."