Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

  • 15:32 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de Yekitiya Jinên Ciwanan li Kobanê konvedabûn û îro dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Dema dema azadiyê" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 19'ê kanûnê li qada şehîd Egîd a li Kobanê konvedan. Çalakî di roja sêyemîn de hat bi dawî kirin.
 
Di sê rojên çalakiyê de saziyên kantona Kobanê, Kongreya Star, Çand û huner, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê û hemû Desteyên wê û Partiyên Siyasî serdana kon kirin.  
 
Endama Yekîtiya Karkeran ya kantona Kobanê Emîna Cimo di çalakiyê de axivî û got: "Divê em asta çalakiyên xwe hîna bi şêweyên cuda bilind bikin, ji bo şikandina tecrîdê nebes e. Tenê bi vedana kon em nabin bersiv ji bo wê jî divê em ji niha û şonde rêbazên çalakiyan bihêz bikin. Bi taybet em jin divê têkevin tevgerê û nesekinin heta Rêberê xwe azad bikin."

Etîketan:

kobanê