Hevşaredar û endama meclîsa şaredariyê carek din ji peywirê hatin dûrxistin

  • 15:22 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hevşaredarê Hezexê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Mûrat Şen û endama meclîsa şaredariyê Medya Hezar cara duyem ji peywirê hatin dûrxistin.
 
Hevşaredarê Hezexa Şirnexê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Mûrat Şen û endama meclîsa şaredariyê ku ji peywirê hat feskirin Medya Hezar cara duyem ji peywirê hatin dûrxistin.
 
Ji aliyê Wezîrê Karê Hûndir ve girtnameya ku hat şandin de, hat diyarkirin ku bi hinceta di çarçoveya lêpirsîna "propagandeya rêxistinê kirine" de cara duyem ji peywirê hatin dûrxistin.
 
Çi bibû?
 
Di hilbijartinên heremî ya 31'ê adara 2019'an de hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen qezenc kiribûn, di 13'yê mijdara 2019'an de qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar ji peywirê hatin dûrxistin.