HDP, DBP û PÎA'yê serdana Malbata Şenyaşar kirin

  • 15:12 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - HDP, DBP û PÎA, serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya "Nobeta Edaletê" anîn ziman. 
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin di roja 288'an de didome. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Serdanên piştevaniyê ya ji bo malbatê tên kirin didome. 
 
Hevşaredarê Erxanî ya Amedê ya ku li şûna wî qeyûm hatî tayînkirin û her wiha alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) Ahmet Kaya, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Erganî û Çermûka Amedê serdana malbata Şenyaşar kirin. 
 
Ferît Şenyaşar derheqê têkoşîna ku didin şande agahdar kir. Emîne Şenyaşar jî diyar kir ev bi qasî salekê ye di nobetê de ne û got: ''Li gel hemû astengiyan jî em li vir rûniştine. Bangî li min dikin ji bo îfadeyê. Kujer jî milên xwe dihejînin û digerin. Kê zarokên min kuştin? Çima kurê min bernadin? Ev e dad?''
 
Hevserokê HDP'yê yê navçeya Erganî Zulkuf Bîrgûl diyar kir ew li cem çalakiyên mafdar in û dixwazin demildest daxwazên malbatê bi cih werin û wiha axivî: ''Em dixwazin her kes destekê bide têkoşîna meşrû ya malbatê.''
 
Alîkarê Serokê PÎA'yê Ahmet Kaya jî ji ber têkoşîna ku didin malbat pîroz kir, diyar kir têkoşîna dadê ya malbata Şenyaşar ji bo hemû dilxwazên dadmendiyê ye û wiha bi lêv kir: ''Ji bo vê jî divê her kes xwedî li çalakiyê derkeve. Em ji bo ku dadê li ser piyan bihêlin li vir in. Armanceke me ya dî nîne. Em tenê dixwazin ku dad bi cih were. Divê ser komkujiyê bi her hawî ronî bibe.''
 
Hevserokê HDP'ê yê Çermûkê Berat Can jî bal kişande ser astengiyên li dijî Nobeta Dadê û wiha axivî: ''Em destekê didin çalakiya meşrû û mafdar a malbatê.''
 
Ferît Şenyaşar jî malavayî li şandeyê kir û  got: ''Her ke li vê dozê xwedî derdikeve. Em dixwazin zûka dadmendî bi cih were.''