Nobeta Edaletê berdewam e: Çavê xwe li rewşa girtiyan negirin

  • 14:56 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Nobeta edaletê ya ku ji aliye xizmên girtiyan ve ji bo serbestberdana nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye betalkirin dest pê kir, di roja 36’yemîn de berdewam dike.
 
Çalakiya “ Nobeta Edaletê” ku ji aliye xizmên girtiyan ve li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan tên betalkirirn hatibû destpêkirin di roja 36’yemîn de berdewam dike. Rêxistina  şaredariya navçeya Hêne ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û rêxistina navçeyê serdana malbatan kirin.
 
Heşaredarê Hêne yê HDP'yî Abdullah Dalçîçek, mafê axaftinê girt û diyar kir ku nobeta edaletê ya malbatan daxwazak rewa û mafdar e. Abdullah, wiha axivî: “Divê tu kes çavê xwe li rewşa girtiyan negire. Heke bêdengî berdewam bike wê rewş xirabtir bibe. Em we navçeya Hêne ligel malbatên xwe ne û daxwaza wan daxwaza me ye.”
 
Ji Xizma girtiyan Încî Guler jî axivî û bal kişand  ser girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku ji mirinê dewlet berpirsyar e.  Încî destnîşan kir ku girtiyên di yek hucreyê de tên girtin nikarin bikevin hewldana întîharê.
 
Ji Xizma girtiyan Fevzîye Kolakan jî wiha axivî: “Em 'edaleta' wan qebûl nakin. Heke zarokên me tedawî nekin bila bidin me em tedawî bikin. Bila ji girtîgehan cezaze dernekevin.  Girtiyên ku 30 sal ceza li wan hatiye birîn û cezayên wan qediyaye infaza wan tê betalkirin. Yên ku ji xwe re dibêjin ez xwedî wîjdan im û mafê mirovan diparêzim, bila bên lgel me û xwedî li nobeta me derkevin.”
 
Di dawiyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û xizmên girtiyan beşdarî bernameya Televîzyonê ya Parlementerê HDP’ê ya Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bûn. Di bernameyê de bal hate kişandin ser mafên mirovan û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê bawerî bi darazê nema tê.