Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 13:13 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ‘bi lezgînî’ bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
 
Faîk Ozgur Erol, Raziya Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in, bi daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 9 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê stendin.
 
Derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran
 
Parêzerên Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin di hefteyê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 22'yê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran. 
 
Hevdîtin di nêvî de hat birîn
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medyaya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’î de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.