Cenazeyê Sîmanur û Denîz hatin definkirin

  • 11:43 21 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Cenazeyên Denîz Orak û Sîmanûr Kaya yên YJA-STAR’î ku li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê di êrşa hêzên dewletê de hat kirin jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin. 
 
Di 11 Kanûnê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û heta 15’ê Kanûnê berdewam kiribû. Hatibû diyarkirin ku di encamabombebarana balafirên şer de 6 jinên YJA-STAR’î jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê 6 jinan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. 3 malbat ji bo cenazeyan teşhîs bikin duh di saetên serê sibê de hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. 
 
Ji malbatên ku ji bo teşhîskirinê ketin morgê, malbatên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin. Malbata Betul Dîlen (Dîcle) jî ku ji gundê Alûca yê navçeya Qereyaziya Erziromê hat, ji ber her 4 cenazeyên din nehatine naskirin, nikarî teşhîsê bike. Ji ber vê yekê malbata Dîlen ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da û vegeriya Erziromê. 
 
Destûra cenaze bên şûştin nedan
 
Malbatên Denîz û Sîmanur jî ên duh di saetên serê sibê de hatibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, ligel ku karê wan qediyane jî nikarîn heta saetên şevê cenazeyên zarokên xwe teslîm bigirin. Ji malbatan re hat gotin ku piştî saet 21.00’an wê cenaze bên teslîmkirin. Li ser vê yekê malbat li nexweşxaneyê li benda radestkirina cenazeyan man. Malbatan di saetên şevê de xwestin ku cenaze bên şuştin û wisa teslîm bigirin lê rayedarên morgê ji ber astengkirina polîsan nikarî cenazeyan bişon. Polîsan destûr neda ku malbat bi xwe jî cenazeyan bişon. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî wesayîta cenaze neda malbatan, li ser vê yekê malbatan bi derfetên xwe wesayîteke cenaze ya taybet girtin û cenazeyên zarokên xwe teslîm girtin. 
 
Nehiştin ku merasîm ji bo cenaze bê kirin
  
Malbata Denîz Orak (Hîra) cenazeyên keça xwe ji bo ku defin bikin birin gundê Kurika Çeto yê navçeya Artûklûyê. Cenaze li vir di bin dorpêça cendermeyan de hat veşartin. Cenazeyê Sîmanûr Kaya jî li Goristana Mohrîs a li navçeya Nisêbînê hat veşartin. Polîsan goristan dorpêç kirin û destûr dan ku tenê ferdên malbatê beşdarî merasîma veşartina cenaze bibin.