Nehiştin cenazeyê Vedat Çem Erkmen bi girseyî bê definkirin

  • 11:23 21 Kanûn 2021
  • Rojane
QERS - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêçê de hat definkirin. Tenê destûr dan ku malbat tevlî merasîma cenaze bibe. 
 
Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da, bi şertê tevlîbûna ferden malbatê tenê li bajaroka Bazarcixa navçeya Dîgor a Qersê hat definkirin. Cenazeyê ku di bin dorpêça polîsan de ji Stenbolê anîn Qersê di saetên serê sibê de anîn bajaroka Dagpinarê. Hemû ketin û derketinên bajarokê ji aliyê leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştî ku vecîbeyên olî hatin pêkanîn cenaze di bin dorpêça polîsan de birin goristana bajarokê. Polîs û  leşkeran tenê destûr dan ku malbat tevlî merasîma cenaze bibe.