Rêvebera HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu hat binçavkirin

  • 18:20 20 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêvebera HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu hat binçavkirin. 
 
Di 11'ê kanûnê de polîs hem bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê û hem jî bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de ji 36 kes hatibûn binçavkirin.  
 
Derbarê rêvebera HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu de jî biryara binçavkirinê hebû. Zozan, ji bo ku îfade bide çû li Midûriyet Polîsan a Şirnexê û li wir hat binçavkirin. 
 
Zozan, niha li TEM'ê tê girtin.