Li Wanê zarokekî bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 16:29 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Qelqeliyê zarokê bi navê Caner Celen bi awayê gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Kerges a Qelqeliya Wanê Caner Celen ê 17 salî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Malbat serê sibehê dema ku rabû li axurê mala xwe cenazeyê Caner dît û agahî da tendirustvan û cendirmeyan. Tendirustvan û cendirmeyên hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Caner jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê zarokê jiyana xwe bi awayê bi gûman ji dest da rakirin Morga Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Wanê ku girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê ye.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.