Jinan li Mêrdînê bertek nîşanî tecrîd û mirinên li girtîgehan dan

  • 15:46 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Mêrdînê li dijî tecrîdê daxuyanî hat dayin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Besna Gunay wiha got:"Ji bo zarokên me tehliye bibin em hewil didin. Her roj cenazeyên nû ji girtîgehan derdikevin. Em vêya qebûl nakin. Kî dibe bila bibe kî li hemberî me wiha bike em efû nakin."
 
Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Mêrdînê bi dirûşma "Em ê tecrîdê têk bibin jiyaneke azad ava bikin" li Parqa Karayollari ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên TUHAY-DER, MEBYA-DER, Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Semra Guzel, HDP a Mêrdînê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Berî daxuyaniyê bi wesayetên zirxî polîsan cihê daxuyaniyê dorpêç kirin û bûn asteng ku dayik bi awayekî girseyî bimeşin parqê. Tevî astengiyê jî dayik hatin parqê. Pankarta “Tecrid sûcê mirovahiyê ye, em ê tecridê bişkînin jiyana azad ava bikin” hat vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu da zanîn tecrîd her diçe kûrtir dibe û bal kişand ser mirina bi guman a Garibe Gezer. Perihanê da zanîn ku divê gel li dijî vê yekê hestiyar tev bigere. 
 
'Em ê efû nekin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Besna Gunay wiha got:"Ji bo zarokên me tehliye bibin em hewil didin. Her roj cenazeyên nû ji girtîgehan derdikevin. Em vêya qebûl nakin. Kî dibe bila bibe kî li hemberî me wiha bike em efû nakin."
 
'Em ê vêya tu carî qebûl nekin'
 
Piştre dayika Garibe Gezer, Halime Gezer da zanîn ew bawer nakin ku keça wan întihar kiribe û got:"Dê hesabê tiştên tên jiyîn rojekê bê dayin. We çi ji keça min xwest? Li tu derê dinyayê nehatiye dîtin ku hem mirovan birçî bihêlin hem jî qetil bikin. Her roj hûn girtiyekî dikujin û hûn dibêjin 'întihar kiriye'. Em ê vêya tu carî qebûl nekin. Bes e êdî zarokên me qetil nekin. Garibeya min nemir ew li ser serê min dijî."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan","Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û bi tilîliyan bi dawî bû. 
 
Polîsan piştî daxuyaniyê xwestin girseya derbasî Avahiya HDP'ê ya Mêrdînê bûn asteng bikin. 
 
Dayikekê bertek nîşan da û strana “Hepsa Dîyarbekir” got.
 
Piştî nîqaşan girse derbasî avahiya bajêr a HDP'ê bû.