Hevalên Vedat ên girtîgehê: Întîhar nekiriye

  • 14:48 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
İSTANBUL - Hevalên Vedat Çem Erkmen ê ku li girtîgehê bi gûman jiyana xwe ji detda diyar kirin "întîhar" ne mijara gotinê ye, li gel hemû hewldanên parêzeran jî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin nehat kirin.
 
Girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn û 374 sal cezayê wî hatibû, duh li hucreya ku lê dihat ragirtin bi guman mirî hat dîtin. Rêveberiya girtîgehê îdîa kir ku Vedat întîhar kiriye, malbata wî jî diyar dike ku ew hatiye qetilkirin. Cenazeyê Vedat ê danê sibê li Midûriyeta Goristana Kuçukçekmeceya Stenbolê ji aliyê polîsan ve ji malbatê hat revandin, hîna nayê zanîn ku birine ku derê.
 
Li aliyê din parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) duh çûn girtîgehê, lê bêyî li benda parêzeran bimînin otopsî hat kirin û agahî nehat dayîn.
 
Rêveberiya girtîgehê bi parêzeran re hevdîtin nekir
 
Parêzer piştre ji bo îro careke din bi rêveberiyê re hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Tekîrdagê. Parêzer û endamê Komîsyona Girtîgehan a ÖHD'ê ya Stenbolê Gûrkan Îstelî ku ji duh ve pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê hemû daxwazên wan ên hevdîtinê red kirine. Gûrkan, anî ziman ku wan rapor girtine û dê serlêdana sûc bikin û wan tenê bi hevalên Vedat re hevdîtin kirine.
 
Hevalên Vedat: Teqez ne întîhar e
 
Gurkan anî ziman ku hevalê Vedat Ahmet Alpay û 3 hevalên wî yên beriya hefteyekê li qawîşa ku Vedat lê hatiye girtin, destnîşan kirine ku teqez ne întîhar e û got, "Rewşa bi vî rengî nabe." Heta rojek beriya bûyerê jî bi hevalê xwe ya berê pê re li heman qawîşê dima re hevdîtin kir û pê re peyivî. Wî îsrar kir ku dixwaze vegere qawîşê, lê rêveberiyê daxwaza wan qebûl nekir û wiha jê re hat gotin, 'Hûn dixwazin li kîjan qawîşê bimînin, em te naşînin qawîşa ku tu dibêjî'.  Herwiha roja dawî jî bi kesên li qawîşa tenişta xwe re jî têkilî danî. Ew radigihînin ku problemeke wî ya întîhar bike tunebûye. Kes bawer nake. "Rewşeke bi guman heye û redkirina rêveberiya girtîgehê a hemû daxwazên me jî gûmana me zêdetir dike."
 
Li hucreya ku Vedat birinê  tîmên taybet lêgerîn kirin
 
Her wiha Gûrkan diyar kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku li hucreya ku Vedat birine ji aliyê tîmên taybet ku di nav de albay, midûrê saziyê, cendirme û cerdevan jî hene lêgerîn hatiye kirin. Em nizanin çima gazî kirinê. Em ê mijarê bişopînin û daxwaza xwe ya hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re bidomînin."