Nobeta Edaletê di roja 35'emîn de dewam dike

  • 14:30 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo serbestberdana nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin dest pê kir, di roja 35'emîn de dewam dike. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên betalkirin hatibû destpêkirin di roja 35'an de berdewam dike. Rêxistina şaredariya navçeya Çêrmûkê ya HDP'ê serdana nobetê kirin.
 
'Em ê bi hev re nobetê xurt bikin'
 
Hevserokê şaredariyê Berat Can di serdanê de ji bo piştgiriya xwe bi lêv bikin axivî û got:" Ez dixwazim gotina xwe bi bîranîna Garîbe Gezer û hemû şehîdên girtîgehan re dest pê bikim. Em hemû bi bûyerên rû didin re di ferqa pêvajoyê de ne. Tecrîda li Îmraliyê tê dewamkirin li hemû girtîgehan jî dewam dike. Ango ev pêvajoya di girtîhan de bandorek mezin li ser civakê jî dike. Me jî xwest em piştgirîyê bidin vê nobeta bi van sedeman hatiye destpêkirin. Bê guman pêwîst e em bi serdanan re bi sînor nemînin. Em ê jî weke navçe di xebatên xwe de çalakiya we xurt bikin û di vê mijarê de gel agahdar bikin."
 
'Di nava çend rojan de 6 cenaze'
 
Xizmê girtiyan çalakvan Fevziye Kolakan jî diyar kir ku ew ji bo êdî cenaze dernekevin 35 roj in Nobeta Edaletê didin dewamkirin. Fevziye daxwazên xwe bi vî rengî nû kir:"Bila êdî nexweşên me û girtiyên temenmezin werin berdan. Em ê wan tedavî bikin. Gelek girtiyên me ruxmê cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Di nava çend rojan de 6 cenaze bi ser me de hatin. Ev ne asayî ye. Li hemberî vê bêdengmayîn gunehê herî mezin e."  
 
Încî Gulera xizmê girtiyane jî piştî wê mafê axaftinê girt û got ji bo êdî cenaze dernekevin bila herkes bibe dengê girtiyan.