7 cenaze di nav mehekê de ji girtîgehan derketin

  • 14:29 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Li girtîgehan di nav mehekê de 5 jê nexweş 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Bi van mirinên dawîn re di nav 2 salan de hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dan derket 64'an. 
 
Girtiyên nexweş ên di lîsteya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ku bi şert nayên berdan, li pey hev li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Di nav hefteyekê de 5 girtiyên nexweş en di lîsteta ÎHD'ê de jiyana xwe ji dest dan. Bi mirina Vedat Çem Erkmen re hejmara girtiyên ku di nav mehekê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin derket 7'an. Li gorî daneyên ÎHD'ê yên heta 14'ê kanûnê ji serê sala 2020'an heta niha 7 jê piştî berdana xwe demeke kurt bi giştî 59 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Piştî aşkerakirina van daneyan bi 5 mirinên nû re ev hejmara derket 64'an. 
 
Girtiyên ku di nav mehekê de jiyana xwe ji dest dane navê wan, girtîgehên wan û dîroka mirina wan wiha ne:
 
"* Bangîn Mûhammed - Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê - 12'yê mijdarê
 
* Garîbe Gezer - Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Kandirayê - 9'ê kanûnê
 
* Abdulrezak Sûyûr - Girtîgeha Tîpa T a Şakranê - 15'ê kanûnê
 
* Halîl Guneş - Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê - 15'ê kanûnê
 
* Salîh Tûgrûl - Mersîn - 16'ê Kanûnê (Di sala 2014'an de ji ber rewşa xwe ya giran ji girtîgehê hatibû berdan)
 
* Îlyas Demîr - Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê - 17'ê kanûnê
 
* Vedat Erkmen - Girtgîgeha Tîpa F a Tekîrdagê - 19'ê kanûnê" (MA)