Agahî ji cenazeyê Vedat Erkmen nayê girtin
- 13:21 20 Kanûn 2021
- Rojane
STENBOL - Polîsan dest danî ser cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku bi awayek guman li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da û nayê zanîn birine ku derê.
Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtîbû, duh êvarê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Otopsiya cenaze bêparêzer û malbatê hat kirin. Malbatê piştî karûbarên otopsiyê xwest cenaze bibe Komeleya Bazarcixê ya Dîgorê ku li navçeya Esenyûrta Stenbolê ye û ji wir merasîmekê li dar bixe û ji wir bibe li Qersê veşêre.
Polîsan dest danî ser cenaze û revandin. Nayê zanîn ku cenazeyê Vedat Erkmen birine ku derê. Hat zanîn ku birayê Vedat Erkmen, Saîm Erkmen jî di wesayîta cenaze de ye û ji ber polîsan dest daniye ser telefona wî girtî ye.