Birayê Vedat Erkmen: Ne mirina bi gûman birayê min qetil kirine!

  • 11:53 20 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Biryaê Vedat Çem Erkmen ê ku li Girîtgeha Tekîrdagê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da Samîm Erkmen ji ajansa me re axivî û got, "Birayê min xwe fedayî doza xwe kiribû û ne kesekî ku întîhar bike bû. Ev ne mirina bi gûmane, birayê min hatiye qetilkirin."
 
Girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê bi cezayê muebbetê yê giran û 374 sal cezayê hepsê xwar, di hucreya yek kesî de bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Duh saet di 21.45'an de rêveberiya girtîgehê li malbata wî  geriya û got ku Vedat li hucreya dima întîhar kiriye.  Dema ku malbat Vedat û parêzerên ÎHD û OHD'ê ji bo biçin girtîgehê ketin rê, bêyî ku li benda malbat û parêzeran bê rawestandin otopsya cenazeyê Vedat hat kirin û wesayita cenaze jî nedan malbatê. 
 
Li aliyê din piştî şuştina cenaze ya li Midûriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê destûr nedan cenazeyê Vedat bibin Komeleya Dîgor Dagpinar a Esenyurtê. Li ber gazîlhaneya ku gelek maşînên zirxî lê hatin, polîsan ji malbatê cenaze revandi û gotin dê cenaze bibin Weqfa Mehmetçîkê.
 
Birayê Vedat Saîm Erkmen, diyar kir ku birayê wî întîhar nekiriye û ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Ne mirineke bi guman e, birayê min hat qetilkirin!'
 
Saîm, anî ziman ku birayê wî li qawîşa 3 kesî dihat girtin lê ew ji gel hevalê wî birine hucerya yek kesî û hevlên wî bi lêdana derî re xwestine ku wî paşve bikişînin û ewn neanîne gel hevalên wî. Saîm bûyera qewimî bi van hevokan vegot: “Roja din birayê min qetil kirin, birin otopsiyê, wek perdeyekê çêdikin. Piştre saet 21:45’an de agahiyê didin me. Piştre em çûn girtîgehê û kesî agahî neda me. Em çûn serdozgeriyê dîsa kesî agahî neda. Ev ne mirineke bi guman e, birayê min hat qetilkirin."
 
Got, 'Giliyê li rêveberiyê bikin'
 
Saîm, anî ziman ku bi birayê wî re fikra xwekujiyê tunebû û wiha got: “Birayê min dilsozê doza xwe bû, ne kesekî ku întîhar bike bû. Birayê min ev 10 sal in di girtîgehê de ye, ger bixwesta întîhar bikira, dê di serî de bikira.” Saîm diyar kir ku 2 roj berê dema bi telefonê bi Vedat re axivî, rewşa wî baş bû û di 23'ê Kanûnê de dê biçûya hevdîtina wî û birayê wî li benda wî bûye. Saîm got, "Dema ku em bi Vedat re bi telefonê axivîn, got 'Dema ku  tu hatî giliyê rêveberiyê bike' ji ber ku rêveberiyê gelek zext lê kiribûn. Rêveberiyê bêyî ku li benda me bimîne birayê min kuşt."
 
Parêzer diçin girtîgehê
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÖHD'ê ya Stenbolê Parêzer Gûrkan Îstelî, da zanîn ku ew li benda dozger in, dê biçin girtîgehê eşyayên Vedat berhev bikin û dê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Gurkan anî ziman ku ew ê bi girtiyên din re jî hevdîtinê pêk bînin û got, ew ê bi her du girtiyên berê yên Vedat re hevdîtinê pêk bînin. Gurkan anî ziman ku mirina Vedat bi guman e û got, "Em ê rapora cihê bûyerê, rapora otopsiyê ya destpêkê û dîmenên kamerayê bipirsin. "Ev mirinek bi guman e,"