Cilên kurdî kirin hinceta girtinê

  • 11:42 20 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Wêneyên cilên kurdî yên Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emine Kaya û Selma Tanrıkulu wekî hincet hat nîşandan û ji "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqî ya Malbatên Hukumxwar û Girtî ya Med'ê Emine Kaya û hevjîna Dr. Zeki Tanrikulu yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitî û di 2'yê Îlona 1993'yan de bi cinayeta bersûcê wê ne diyar, jiyana xwe ji dest da, Selma Tanrikulu hatin girtin. 
 
Emîne û Selma yên bi serdegirtina malan di 16'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Emniyetê piştî karên wan ên li wir qediya derxistin Edliyaya Amedê. Emîne û Selma bi îddiaaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Wekî delîla îddiayê ya Emîne û Selmayê jî wêneyê bi cilên kurdî hat nîşandan.