Cenazeyê Vedat Erkmen nadin malbata wî

  • 10:14 20 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê li girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, nadin malbatê û li Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê tê sekinandin. 
 
Cenazeyê girtî Vedat Çem Erkmen ê duh êvarê li Girtîgeha Tekîrdagê Jimara 2’yan a Tîpa F’yê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, serê sibehê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. 
 
Lê polîsan ji malbatê re bû asteng û got: “Bisekinin. Çima hûn cenaze dibin Esenyûrtê. Hûnê li wir alozaiyan derxin. Hûn nikarin bibin komeleyê.” 
 
Malbatê jî bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: “Ji ber em kurd in, cenazeyên me nadin me.” 
 
Malbat û nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên sivîl ji bo cenaze werbigirin li Miduriyeta Goristanan disekinin.