Tabût û wesayîta cenaze nedan girtiyê jiyana xwe ji dest da!

  • 09:09 20 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Vedat Çem Erkmen li Girtîgeha Tekîrdaga di hucreya yek kesî de jiyana xwe ji dest da. Beyî malbat û parêzeran karên otopsiyê hat kirin, wesayîta cenaze û darbest nehat dayîn.
 
Girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yan a Tekîrdagê bi cezayê giran û 374 cezayê hepsê lê hat birîn, di hucreya xwe de bi guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê duh saet 21.00'an de bi rêya telefonê malbata Vedat geriyan û agahiya întîharê ragihandin. Dema ku malbata Vedat û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ber bi girtîgehê ve diçûn, otopsiya Vedat bêyî ku li benda parêzer û malbata wî bimîne hat kirin.
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD Şaxa Stenbolê parêzer Gurkan Îstelî ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Çi ji kê vedişêrin! Em bi saetan di navbera girtîgeh, edliye û nexweşxaneyê de çûn û hatin, girtîgehê hemû daxwazên me yên hevdîtinê red kirin, piştî saetan me karî xwe bigihînin dozgeriya nobedar û heta niha me cenaze teşhîs kirin û wergirtin." 
 
Gurkan destnîşan kir ku Vedat Erkmen ê ku çend roj berê ji odeyê hat derxistin û bi hinceta ewlehiya canê wî tune ye, birin hucreya yek kesî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê bi eşkereyî Vedat hat qetilkirin. Vedat ê ku ji bo bi navê 'ewlehiya jiyanê' ji oda wî hatiye derxistin, çima divê 'întîxar' bike? Vedat roja înê ji birayê xwe re gotibû dema 23'yê çileyê tê hevdîtina vekirî derbarê rêveberiya girtîgehêd e serdana sûc bike."
 
Gurkan, diyar kir ku wesayîta cenaze ya ku ji bo Vedat xwestine nehatiye dayîn û wih bi lêv kir: "Ji ber ku Vedat girtiyê siyasî ye wesayîta cenaze nehat dayîn. Her wiha tabûtek jî nedane Vedat."
 
Malbata Vedat bi derfetên xwe wesayita cenaze girt û birîn Midûriyeta Goristana Kuçukçekmeceyê. Malbat û xizmên Vedat piştî şuştinê dê cenaze bibin Komeleya Dîgor Dagpınar a Esenyurtê. Cenaze piştre dê bişînin bajarê wî Qersê.