Du jinên ku hatin binçavkirin hatin girtin

  • 15:55 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya û siyasetmedar Semra Tanrikulu ku li Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
 
Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna 16'ê Kanûnê de hemwext bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtina gelek polîsên tevgera taybet de Hevseroka Med TUHAD-FED!'ê Emîne Kaya û siyasetmedar Semra Tanrikulu hatin binçavkirin.
 
Emîne û Semra piştî karê derbarê wan de li emniyetê qediyak sewqî dadgehê hatin kirin. Her du jin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.