Taybet Înan a li Sîlopiyê qetil kirin hat bîranîn

  • 15:36 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Taybet Înan di 6’emîn salvegera qetilkirina wê de hat bîranîn. Di bîranînê de Nûran Îmîr a HDP’yî axivî û got: “Tirkiyeyê di kolana ku dayika Taybet lê hatî qetilkirin de maye. Çi dibe bila bibe em ê bibin şopdarên doza wê û li ser rêça wê bin.”
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di qedexeya derketina derve ya 38 rojan de a sala 2015'an de Taybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de tevî tiyê xwe Yûsûf Înan hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû sekinandin. Taybet Înan di 6'emîn salvegera qetilkirina wê de hat bîranîn. Bîranîna ku ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopyayê ve hat lidarxistin de, Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bûn.
 
Piştî qedeyek rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Asuman Kûlter axivî. Asûmanê Taybet Înan bi bîr anî û got ku heta kiryar bên cezakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Edalet, li kolana ku dayika Taybet hat qetilkirin maye’
 
Nûran Îmîr a HDP’yî jî bi lêv kir ku qetilkirina Dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi Gelê Kurd re ye û wiha got: “Dayika Taybet bû rûmeta hemû Gelê Kurd. Yên ku dayika Taybet qetilkirin dijminê Gelê Kurd in. Ew kesên ku ev 6 salin kujerên dayika Taybet aşkere nekirine ew in dijminê Gelê Kurd, ên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin e. 7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tartiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet hatî qetilkirin maye.  Di cîhanê de mînaka vê tune ye.  Qetlilkirina dayika Taybet nîşan dide ku ji bo kuştina tehewce nake ku tu endamê partiyekî yan jî rêxistinêkê bî, tu Kurd bî bese. Di ser qetilkirina dayika Taybet re 6 sal derbas bûn, lêbelê me ji bîr nekir û em ê ji bir nekin.”
 
‘Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye’
 
Herî dawî keça Taybet Înan, Halîme Akin axiî û wê jî destnîşan kir ku ev 6 salin edaletê cihê xwe nedîtiye û wiha pêlda axaftina xwe: “Dayika min serhildan bû. Dayika min tu caran ji bîra min naçe. Hebûna dayika min her tişt bû. Canê min û rihê min bi diya min re bû. Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Dayikên Kurdistanê dayika me hemûyan e.”
 
Piştî axiftinan li ber wêneyê Dayika Taybet, qurnefîl hatin danîn.
 
Girseya HDP’ê piştre derbasî mala Mela Hesan Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de, dema ku nimêj dikir hatî qetilkirin bû.