Li Amedê cenazeyê jinekê binaxkirî hat dîtin

  • 14:57 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê, karkerên ku xebata dîrekên ceyranê dikirin, cenazeyê jinekê yê binaxkirî dîtin. 
 
Li taxa 450 Evlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê, karkerên ku xebata sererastkirina dîrekên ceyranê dikirin, cenazeyê jinekê yê binaxkirî dîtin. Karkeran piştî ku cenaze dîtin agahî dan polisan. Piştî lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê derket holê ku cenaze aîdê Şerîfa Çîçek e.