Nobeta Eedaletê di roja 34'emîn de ye: Ev zilm wê biqede!

  • 14:49 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo serbestberdana nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat betalkirin dest pê kir, di roja 34'emîn de berdewam dike. Di serdana nobetê de peyama "Ev binpêkirin wê bi dawî bibin" hat dayîn.
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên betalkirin hatibû destpêkirin di roja 34. de ye. Çalakiya nobetê ji aliyê Rêxistina Navçeya Licêya Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat ziyaretkirin.
 
Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Licê Yusuf Peker di serdanê de axivî û diyar kir ku nobed gelekî girîng e û got, “Em bi vê nobedê serbilind in. Em nobetê weke pêngava demokrasî û hêviyê dibînin. Em hêvî dikin ku ev gav hîn zêdetir mezin bibin û  ev zilm bi dawî bibe."
 
'Em dikarin zarokên xwe derman bikin'
 
Paşê yek ji xizma girtiyan Reşahat Ada axivî û got, “Di nava 4 rojan de 4 cenaze hatin derxistin. Em vê yekê qebûl nakin. Ne tenê 34 em dikarin temenekî jî bisekin. Bila zarokên me bidin me, em dikarin derman bikin. Em ê dest ji doza zarokê xwe bernedin."
 
'Armanca wan a bingehîn eşkere bû'
 
Ji xizmên girtiyan Hakî Boltan jî diyar kir ku bi rojan e li baroyê daxwaza edaletê dikin û wiha berdewam kir “Girtiyên nexweş diviyabû bihatana berdan, lê bernedan. Di meha dawî de, eşkere bû ku armanca wan çi ye. Di encamê de 4 cenaze ji girtîgehê hatin derxistin. Divê tu kes vê rewşê qebûl neke."
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.