Nobeta Edaletê di roja 286'an de ye: Gel wê vê zilmê ji bîr neke

  • 12:49 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Di Nobeda Edaletê ya di roja 286'an de berdewam dike Emîne û Ferît Şenyaşar peyama "Gel wê vê zilmê ji bîr neke" parve kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa cerdevan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de du kur û hevjînê wê hatin qetilkirin û lawê wê yê ji bûyerê bi birîndarî rizgar bû Ferît Şenyaşar berdewam dike. Malbat ji ber ku dawiya hefteyê ye li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe didomîne.
 
Emîne û Ferît, di roja 286'emîn a Nobeda Edaletê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kirin "Kesên ku wekî geştiyar tên Rihayê êdî tên serdana Edliyeya Rihayê jî dikirin. Wê gel vê zilmê ji bîr neke.”