Nuray Ozdogan: Tecrîda li ser Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû

  • 09:01 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn dewlet û hukumet girtiyê polîtîk wekî rehîne dibîne û wiha got:"Wekî dewamiya hiqûqa cezayê dijmin hiqûqa înfazê ya dijmin bi hawê xwe yê herî giran tê pêkanîn. Tecrîda giran û nehiqûqî ya li Îmraliyê bi salane pêk tê li hemû girtîgehan belav bûye."
 
Bi şerdên tecrîda bi israr didome li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê her roj binpêkirina mafên nû li yên didomin zêde dibin. Tedbîrên li girtîgehan nayên girtin, girtiyên nayên tedawîkirin û girtiyên tevî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) li girtîgehan tên girtin, nîşaneya tecrîda giran a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ne. Garîbe Gezer a ji aliyê gardiyanan ve hat tecawizkirin, di 9'ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmara Yekem a Kandirayê bi guman jiyana xwe ji dest da pêkanînên li ser jinan radixîne pêş çavan. Girtiyên nexweş Halil Guneş û Abdurrezak Şuyur ên bi raporên ATK'ê di girtîgehan de hatin hiştin û jiyana xwe ji dest dan mînakên îşkenceya li girtiyan tên kirine. 
 
Parêzer Nuray Ozdogan têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş nirxandin kir. 
 
'Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye'
 
Nurayê da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne cihên mirinê û wiha domand:"Di her demê de girtîgeh bûne pirsgirêkên mezin. Tecrîda bi avakirina girtîgehên Tîpa F'yê dest pê kir li hemû girtîgehên girtiyên siyasî lê ne, hat destpêkirin. Bi pandemiyê re birêkûpêkirina zagonî ya li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî û mevzuata parastina mafê mirovan pêk hat. Mehkûmên edlî di bin navê zagona înfazê de hatin efûkirin û hatin berdan. Lê belê tecrîda li ser girtiyên polîtîk her ku çû zêdetir bû. Wekî dewamiya hiqûqa cezayê dijmin hiqûqa înfazê ya dijmin bi hawê xwe yê herî giran tê pêkanîn. Tecrîda giran û nehiqûqî ya li Îmraliyê bi salane pêk tê li hemû girtîgehan belav bûye."
 
'Mirinên pêk hatin cinayet in û bersûcên wan jî îdareya girtîgehê ye'
 
Nurayê da zanîn ku mafên tendirustî, xwarin, perwerde, girtina agahiyê, xwendin, ragihandinê yên girtiyên polîtîk her tim tên binpêkirin û wiha pê de çû:"Tabloyeke binpêkirina mafan heye. Helwesta dewlet û îktidara ku difikire mafê jiyanê yê muxalîfan tune ye bingeha pêkanînên îdareya girtîgehan ava dike. Bila kes îddia neke ku ev mirinana mirinên xwezayî ne. Kesên nexweş di nava şerdên kesên sax jî nikarin tê de bimînin tên hiştin. Loma ev mirin cinayet in. Bersûcên cinayetan jî îdareya girtîgehan e. Her wiha hekîmê ku dibêjin 'dikare di girtîgehê de bimîne' jî bersûc in."
 
'Hekîm nikare li gor ramana siyasî ya nexweş biryarê bide'
 
Nurayê bi lêv kir ku ATK rêgezên etîk ên pîşeyê binpê dike û piştigiriya tibbî ya di nava şerdên guncav de nade û wiha pê de çû:"Bi vî hawî dibe sedema kuştina girtiyên nexweş. Hekîman li rapora dane Siyasetmedar Aysel Tuglu ya di Girtîgeha Jinê ya Kandirayê de tê girtin, şîroveyên xwe yên şexsî nivîsandine û ev yek jî sûcekî giran e. Ew ji rewşa Aysel Xanim a ku her diçe xirab dibe berpirs in. Hekîm nikare li gor ramana siyasî ya nexweş biryarê bide. Ev kesên wiha dikin divê ji pîşeya xwe bên menkirin. Bi hinceta covidê bi hezaran mehkûmên edlî serbest hatin berdan lê belê girtiyên nexweşiyên wan giran ên polîtîk di girtîgehan de man û şerdên wan bêtir giran bû. Ev pratîka gotina 'Ma em darve nekin em xwedî bikin' ya îro ye."
 
'Garibe jineke têkoşer bû û hat qetilkirin'
 
Nurayê bal kişand ser mirina bi guman a Garibe Gezer û wiha domand:"Garibe jineke têkoşer bû û hat qetilkirin. Pirsgirêkên wê yên tendirustiyê dihatin zanîn û di hucreya yekkesî de hat hiştin. Êrişa zayendî ya giran lê hat kirin. Loma em nikarin ji mirina Garibeyê re bêjin întihar e, ew nemiriye hatiye kuştin. Em tiştekî ji vê pergala darazê hîn bûn. Dema rayedarên dewletê û meqamên cemaweriyê bixwazin tiştekî veşêrin derbarê dosyayê de biryara nepeniyê didin."
 
'Ne bûyerên munferît in'
 
Nurayê bang li raya giştî kir û wiha got:"Divê êdî girtîgehên veguherîne cihên mirinê bên dîtin. Ji bo kesên di şer de jî rehîn tên girtin divê hiqûqa mafên mirovan pêk were lê belê pêkanînên li ser girtiyên polîtîk bûye sîstematîk. Ev ne bûyerên munferît in. Ya tê tercîhkirin pêkanînên sîstema înfazê ya ceza ye."