Li Wanê 'Nobeta Edaletê' di roja 10'an de ye

  • 16:40 18 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatin şewitandin dabûn destpêkirin di roja 10'an de didome. 
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatin şewitandin li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 10'an de didome. Malbatên li avahiya Baroya Wanê hatin gel hevdu di nava rojê de çûn serdana Rêxistinên Civaka Sîvîl a Wanê û bajarên herêmê. 
 
Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhatê çûn serdana malbatan û peyamên piştevaniyê parve kirin. 
 
Di serdanê de li ser bêedaletiya li welêt, zextên li ser kurdan, tundî, girtinan hat sekinandin û bertek hat nîşandan. Her wiha hat gotin divê bêtir piştgirî ji bo malbatan bê dayin.