Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn

  • 14:15 18 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqubeta Nîhat Aydogan ê beriya 27 salan li Mêrdînê hat windakirin pirsîn. Keça Nîhat Aydogan, Nejbîr Aydogan got: “Dema bavê min hat windakirin ez yek salî bûm. Bavê min nayê bîra min. Gelek kes ên wek min hene û ez ne tenê me. Em vê têkoşînê bi hev re dimeşîn û em ê bidomînin jî."
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 873'yemîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xistin. Ji ber pandemiyê dayikan çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30’ê mijdara 1994’an de li navçeya Mîdyad a Mêrdînê piştî hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin, pirsîn. 
 
'Bila hestiyên wî bidin min'
 
Hevjîna Nîhat Aydogan, Halîme Aydogan bi lêv kir ku hevjînê wê beriya 27 salan hatiye windakirin û wiha got: “Cerdevan û tîman serê sibehekê ew ji malê girtin û birin. 27 sal derbas bûn ne gora wî ne jî tiştekî wî heye. Ji çar zarokên min ê mezin wê demê 12 salî bû, keça min a biçûk yek salî bû. Zarokên min pirsa bavê xwe dikirin. Ez mecbûr dimam derewan li wan bikim. Pişt re rastî fêm kirin.”
 
Halîme, bi lêv kir ku ji dewletê hestiyê hevjînê xwe dixwaze û wiha got: “Bila hestiyên wî bidin min ku ez veşêrim û her rojên înê biçim ser gora wî. Niha dest û lingên min girêdayî ne nikarim tiştekê bikim. Ez bang li dewletê dikim hestiyên min bidin min.” Halîme, anî ziman ku dema diçû Qada Galatasarayê weke ku hevjînê wê li wê derê be kêfa wê dihat û wiha axivî: “Ew der jî girtin. Ez gelek dixwazim biçim wê derê. Bila wê derê ji me re vekin.”
 
'Em bi hev re têdikoşin
 
Keça Nîhat Aydogan, Nejbîr Aydogan jî wiha got: “27 sal in me tu car dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda, em dest jê bernadin jî. Dema bavê min hat windakirin ez yek salî bûm. Bavê mi nayê bîra min. Ez tenê ji wêneyên wî û vegotinên dayika xwe dizanim. Bavîtî çiye nizanim. Ev maf ji destê min girtin. Em mecbûr in vê têkoşînê bidomînin. Bi dehan mirovên weke min hene. Ez ne tenê me. Em vê têkoşînê bi hev re dimeşînin. Em dixwazin vê têkoşînê li Qada Galatasarayê bimeşînin. Em tu car destan ji wê qadê bernadin.”
 
Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin 
 
Ji Mirovên Şemiyê Canan Korkmaz daxuyaniya çapemeniyê xwend. Korkmaz daxwaza malbatê ya “Bila ev siyaseta bêgoriyê bi dawî bibe, bila rastî bê ronîkirin û edalet pêk were” bi bîr xist û çîroka Nîhat Aydogan xwend. 
  
Canan, dazanîn ku hemû serlêdanên malbata Nîhat Aydogan ên heta niha kirine bê encam mane û wiha got: “Têkildarî windahiyên Midyadê ku Nîhat Nîhat jî di nav de ye bi rêya Komeleya Mafê Mirovan serlêdanên ji nû ve hatin kirin. Piştî serlêdanên hatin kirin Dozgeriya Midyadê fezleke amade kir. Serdozgeriyê bi îdîaya ku tu agahî nîne ev kes hatine windakirin, bi daxwaza girtinê, dosya şand Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Doz hîn jî vekirî ye lê di rafên bi toz yên dadgehê tê rawestandin.”
 
Canan, dazanîn ku wan daxwaz kir ku aqûbeta Nîhat bê aşkerakirin û derbarê failên sûc de lêpirsîn û darizandineke bi bandor bê kirin û wiha axivî: “Çiqas sal di ser re derbas bibin jî em ê ji bo Nîhat Aydogan û hemû windayên xwe dev ji edaletê, ji Qada Galatasarayê ku ev 174 hefte ne li me qedexe ye bernedin.”