ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 18 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Werzîşvan Kurdistan Zendî ya ji ber zextên rejîma Îranê koçî Tirkiyeyê kiriye û di asta cîhanî de 2 caran pîleya yekemîn a di qada werzîşê de girtiye dixwaze ji bo pêşerojê bigihêje astek bilindtir. Kurdistan da zanîn ku li hemberî wê astengiya penabertiyê heye û pêwîst e bi wesîleya werzîşa aştiyane ji wê re derfet werin afirandin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan destnîşan kirin ku di şexsê Garîbe Gezer de hovîtiya li hemberî  girtîyan aşkere bûye û gotin: “Îro di girtîgehan de bi hezaran Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan hene ku nayên derman kirin. Divê hemû civak li hemberî rewşa girtiyan hestiyar tevbigere.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku divê siyasetmedar Aysel Tugluk ya ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî divê bê berdan: “Heta Aysel neyê berdan em ê di piştevaniyê de bin û bibin dengê wê. Ji zilmê re êdî bes e. Demildest Ayselê berdin.” BI DÎMEN 
 
*Fatma Yildirim ya şahida komkujya 19’ê Kanûnê der bare komkujiyê de axivî. Fatmayê got tiştên hatine jiyîn ne bîranîne, bixwe jiyaye û got: “Bi êrîşê xwestin jiyana kolektîf a girtîgehan parçe bikin. 19’ê Kanûnan hîna li vî welatî tên jiyîn.” BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Oyku Çakmak balkişand ser newekheviya li hember jinan a di baroyan de û got: “Bi rêxistinbûna xurt a têkoşîna jinê re wê demên pêş de seroka baroyê ya jin, nûner û rêveberên jin yên baroyê zêdetir bin.”