MATUAY-DER: Divê pêşî li îşkenceya li girtîgehan bê girtin

  • 16:38 17 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Endamên MATUHAY-DER'ê bi dirûşma "Ji bo girtiyên nexweş azadî" li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê bang kirin û wiha gotin:"Divê pêşî li îşkenceya li girtîgehan bê girtin. Divê qedexeyên kêfî bi dawî bibin."
 
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser mirinên li girtîgehan bi dirûşma "Ji bo girtiyên nexweş azadî" li ber Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê ya Jinan daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgeh nebin malên cenazeyan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin. 
 
'Li dijî girtiyan hiqûqa dijminane tê sepandin'
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol da zanîn ku niha li komkujî pêk tên û divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Îlknûr anî ziman ku divê Saziyên Tiba Edlî ne biryarên siyasî biryarên zanistî û tibî bide da ku girtî werin berdan û mafê tu kesî nîne malbatên girtiyan bixin nava fikaran û li dijî girtiyan hiqûqa dijminane tê sepandin. 
 
'Dev ji helwesta xwe ya faşîzane ya li ser girtiyan berdin'
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest rayedar û Saziyên Tiba Edlî demildest dev ji helwesta xwe ya faşîzane ya li ser girtiyan berdin û heta girtiyên nexweş werin berdan wê têbikoşin. 
 
'Îktidarê mesele veguhertiye firsetê'
 
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk destnîşan kir ku ji ber li girtîgehan tecrîd, zext, îşkence, lêgerîna tazî, muayeneya bi kelepçe heye girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Ji ber sepanên li girtîgehan û nebardana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan, malbatên wan her roj dimirin. Mafê jiyanê û tenduristiyê ji bo girtiyan nayê nasîn. Di pêvajoyek wiha pandemiyê de jî îqtidarê mesele veguherandiye firsetê û êşê bi malbatan û girtiyan dide kişandin.” 
 
'Girtî nayên dermankirin'
 
Esîn  anî ziman ku di hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û li girtîgehan sepanên kêfî hene û bi vê yekê re jî îşkence, zext û zordarî li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Esîn  da zanîn ku Garîbe Gezer, Abdulrezak Suyur, Halîl Guneş û Salîh Tugrul di encama sepandina pergala cezayê înfazê de jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan ji ber tecrîdek û îşkenceyek sîstematîk pêk tê her sal bi dehan ji ber nayên dermankirin û berdan jiyana xwe ji dest didin. 
 
'Tavil têkevin nava hewildanê'
 
Esîn bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest dane û got:"Em li vir gazî îqtidarê dikin ku dawî li îşkence û muameleya xerab bîne. Bila yasayên kêfî rake. Divê destûr were dayîn ku girtiyên nexweş di astek paş û pispor de werin dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş hin bêtir nemirin em bang li rayedaran dikin ku tavilê bikevin nava hewldanan û em carek din dibêjin ku em ê heta dawiyê rewşa girtiyan bişopînin."