Ji nîştecihên Amedê serdana nobeta edaletê

  • 14:54 17 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Di roja 32'yemîn a Nobeta Edaletê de rêxistina HDP'ê ya navçeya Gêlê û niştecihên taxa Seyrantepeyê serdana malbatan kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 32'yemîn de berdewam dike. Her wiha serdanên ji bo malbatan jî didomin. Îro jî rêxistina HDP'ê ya navçeya Gêlê û nîştecihên taxa Seyrantepeyê serdana malbatan kirin.
 
'Em bibin dengê girtiyan'
 
Nîştecihên Gêlê yên hatin serdana malbatan di serî de çalakiya dayikan slav kirin û wiha gotin:"Bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan  tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî ji zêde bû. Her ku diçe jî êrişên li ser wan dijwartir dibin. Ev erka me hemûyan e ku em li vir di nobetê de bin. Ji bo derengmayîna me û kêmasiyên me jî em rexnedayinê didin. Ji ber bêdengiya me di rojên dawî de me 4 rêhevalên xwe wenda kir. Pêwîst e em bibin dengê girtiyan"
 
'Em naxwazin cenaze derbikevin'
 
Malbatên girtiyan Reşahat Ada,  Fevziye Kolakan û Herdem Merwanî jî daxwazên xwe cardin anîn ziman û wiha pê de çûn: "Êdî zilma di girtîgehan hatiye wê astê ku dibe sedema mirinan. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin."
 
'Bi rûniştina malê re çareserî nabe'
 
Malbata girtiyan Heqî Boltan jî diyar kir ku polîtîkayên îqtidarê yên li ser girtiyan tê wateya dijminatiyê û wiha diyar kir: "Di rojên dawî de jî me encamên van polîtîkayan bi mirina girtiyên siyasî re dît. Ev giraniya rewşê nîşan dide. Li dijî van jî rûniştina me ya malê û bi xweziyên nava dilan re çareser nabe. Pêwîst e em li hemberî wan bibin deng. Armanca me ya li vir jî ew e."