Nobeta Edaletê di roja 284'an de ye

  • 12:47 17 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên Nobeta xwe ya Edaletê di roja 284’emîn de didomînin wiha gotin: “Cihê ku edalet lê tune be, ne tenê aramî wê nan jî lê tune be.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 284’emîn de berdewam dike. Malbata ku li pêş edliyeyê nobetê digire li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Cihê ku edalet lê tune be, ne tenê aramî wê nan jî lê tune be. Dadger û dozgeran ji tirsa bişkolên cubeyê  xwe gitine û peywîra xwe nakin. AKP’ya ku sûcê mirovahiyê dike jî parlementer Fakibaba teşhîr kir. Gelê Rihayê îxracê dixwaze.”